Tenê bi temaşekirinê bi ser nakeve

Duşem 16 Hezîran 2025 - 03:35

Rojnamevan Ferda Çetîn avakirina civaka demokratîk, komunên demokratîk û wezîfe û berpirsyariya civakê ya têkildarî pêvajoyê nirxand. Têkildarî nîqaşên li ser bêbaweriya herdu aliyan a ji bo pêvajoyê Ferda Çetîn got:"Ji bo vê rewşê 'Bêbaweriya ontolojîk' tê gotin. Di nava Kurdan de ev yek nîne. Lê belê di nava dewleta Tirk de veguheriye nêzîkatiyekê ku civak bi salan hêdî hêdî aniye vê astê. Yanî mejiyê ku hebûna Tirkiyeyê, yan jî hebûna gelê Tirk, hebûna civaka Tirkiyeyê li ser tinebûna Kudan, lawazbûna Kurdan dibîne, gelekî serwer û bi bandor e. Ji aliyê Kurdan ve jî ji ber hewldanên qirkirinê yên dîroka Komarê, ji ber komkujî, înfaz û kuştinên heta niha hatin kirin û hewldana çareseriya bi rêbaza tundiyê ya pirsgirêka Kurd, polîtîkaya zext, îmha û înkarê di nava gelê Kurd de jî bê baweriyek afirand. Mesele ne ew e ku ev tespît bê kirin, mesele ew e ku wê ev bêbawerî çawa ji holê rabe, çawa ji holê bê rakirin. Em jê re danûstandin, diyalog an jî çi dibêjin bibêjin, eger pêvajo bi rengekî baş bi rê ve biçe, ev bêbawerî wê ji holê rabe. Yanî mejiyê mirovan heye.

Nîqaşa rast baweriyê tîne

Dema ku we ya rast jê re vegot, ya rast nîqaş kir wê jê bawer bike; hingî wê veguhere. Lê belê eger mîna rewşa niha dewam bike ev yek wê bibe heqaret li fikir, mejiyê civakê, heqareta li jiyana bi hev re û rêvebirina xwe bi xwe ya civakê. Divê civak ber bi bêçaretiyê neyên dehfdan. Lê belê di vê mijarê de pozîsyona civaka Kurd û civaka Tirk weke hev nîne. Yanî civaka Kurd bi rastî jî daxwaza aştî, xwişk-biratî û demokrasiyê dike. Ev yek ne tenê têkildarî Tirkiyeyê ye. Li Sûriyeyê jî, li Iraqê jî, li Îranê jî dixwaze. Ji xwe sîstema xwe jî bi vî rengî ava dike. Li ser paşerojeke jiyana bi hev re ya bi gel û civakên li wan welatan re ava dike. Vê yekê bi rengekî eşkere nîqaş dike, teoriya vê dike, pratîka vê dike."

Divê hemû sazî çalak bin

Her wiha her kes ji bo vê pêvajoyê dibêje, 'gelekî baş e'. Dibêjin, ji bo pêşketina Tirkiyeyê, ji bo têkiliyên bi Kurdan re gelekî baş e. Tê diyarkirin ku biryarên kongreyê yên PKK'ê gelekî bi wêrekî ne û ji bo paşeroja Tirkiyeyê, ji bo demokrasiyê gelekî kêrhatî ne. Lê mixabin di halê hazir de her kes tenê lê temaşe dike. Zanîngeh temaşe dikin, rojnamevan lê temaşe dikin. Her kes li pey aliyê populer ê meseleyê ye. Kî çû hevdîtinê? Serok Ocalan di hevdîtinê de çi got? Tayyîp Erdogan çi got? Yanî civakeke bi vî rengî bi rastî jî cihê liberketinê ye. Dibe ku di vê pêvajoyê de yek ji xusûsên divê bê sererastkirin ev be. Pozîsyoneke ewqasî pasîf û li bendê ye, pozîsyoneke piştevaniyê nayê qebûlkirin. Rewşeke 'Baş e, bi xêr e, lê belê em ê lê temaşe bikin, bi pêş bikeve em ê piştgiriyê bidin' nayê qebûlkirin. Di daxuyaniya Serok Ocalan de jî heye, di biryarên kongreya PKK'ê de jî hene, di raporên encamê de jî hene. Gelek xusûs hene, lê belê bi esasî du sernav hene. Yek, wezîfeyên divê dewlet bikin, gavên divê bêne avêtin, ku ev di heman demê de bi pêvajoya diyalog û danûstandinê re eleqedar e. Aliyê têkildarî dewletê yanî aliyê aştiyê yan jî beşa demokrasiyê ya ku dibe para dewletê, bicihanîna wê ye. Lê belê aliyê din û aliyê esasî banga civaka demokratîk e. Yanî banga civaka demokratîk hem li Kurdan, saziyên Kurdan, siyaseta Kurdan e. Yanî divê sazî hemû çalak bin, hîn dînamîk bin û tevlî bibin. Ev yek wê tevlîbûneke bi dilê Kurdan be."

ANF/BARIŞ BOYRAZ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.