Bi hêviya serketina kevneşopa Îbrahîmî

În 6 Hezîran 2025 - 03:30

Komîteya Gel û Baweriyan bi wesîleya Cejna Qurbanê peyamek weşand û hêvî kir ku gelên Misilman bi hesta xwişk û biratiya ummetê ya Mûhammedî Îslam Cejna Qurbanê bê pêşwazîkirin. Komîteyê xwest, ev Cejna Qurbanê jî bibe wesîleya têkoşîna hevpar a maf û edaletê, xurtkirina parvekirin û piştevaniyê, pêşvebirina xwişk, biratî û dostaniya navbera gelan û got, "Em Cejna Qurbanê li gelên Misilman pîroz dikin. Kesên ku bi nêta hecê ne ku yek ji şertên Îslamê ye, hêvî dikin ku heca wan bê qebûlkirin." Komîteya Gel û Baweriyan destnîşan kir ku wateyeke kûr a pîrozkirina cejnan heye ku ruhê yekîtiya demokratîk ê gelan bi pêş ve bibe, têkiliyên xwişk, biratî û dostaniya mezin di nava gelan de xurt bike, li gorî kevneşopiyên civakî bê pîrozkirin û got:"Pîrozkirina Cejna Qurbanê li hemberî zalimên weke Nemrûd û Fîrewun ku xwe xistin şûna xwedê, bû wesîleya serketina kevneşopiya Îbrahîmî. Li Rojhilata Navîn beriya bi hezaran salî ji ezmanan beranek ji bo qurbankirinê hate şandin, bi vî rengî pêşî li qurbanîkirina mirovan hate girtin, lê belê li gel cejneke bi vî rengî ya xwedî wateyeke civakî û dîrokî jî her roj bi dehan mirov hîn jî têne qurbankirin. Netewe dewlet ji bo karibe li vê xakê serweriya xwe biparêze, mirovan dike qurban. Di heman demê de li ser vê xakê kevneşopî, sekn û berxwedana Îbrahîmî jî ti carî kêm nebû. Di vê cejnê de ya ku herî zêde divê em li ser bifikirin ew e ku çawa dikarin hêjayî vê kevneşopiyê bibin. Lewma em ji gelên Rojhilata Navîn hêvî dikin ku bi ruhê cejnê û baweriyeke mezin pêvajoya 'Avakirina Civaka Demokratîk' pêşwazî bikin.

Girseyî serdana goristanên şehîdan bikin

Bi paradîgmaya neteweya demokratîk re wê avaniya civakî exlaqî, polîtîk û azad a gelên Rojhilata Navîn di nava şert û mercên heyî de pêk bîne, 'Avakirina Civaka Demokratîk' bi cih bîne. Em di wê baweriyê de ne ku şer, krîz û kaosa li Rojhilata Navîn bi destê netewe dewletan hatiye afirandin, wê bi Konfederasyona Gelan a Rojhilata Navîn a mezin ji holê bê rakirin ku li dora vê paradîgmayê bi pêş dikeve. Ji bo pêkhatina vê jî pêwîstî bi sekneke bi bawerî, wêrekî, bi biryar û yekîtiyê heye. Karê herî bi xêr ê cejnê wê xurtkirina yekîtiya me û gelên herêmê be. Di vê Cejna Qurbanê de divê em hîn bi xurtî xwedî li şehîdên xwe derkevin, bi rengekî girseyî serdana şehîdgehan bikin. Bi serdana girseyî ya li malbatên şehîd û girtiyan, divê em piştevaniya xwe nîşan bidin. Em bi bîr dixînin ku xêra ji bo xizanên Kurdistanî, xêra ji bo gelên li Rojava û Sûriyeyê yên di bin êrîşê de ne, wê bibe xêreke mezin. Weke tevger em bi vî fikrî û van hestan Cejna Qurbanê li we pîroz dikin û bang li her kesî dikin ku ji bo 'Avakirina Civaka Demokratîk' bixebitin. Bi wesîleya cejnê em li pêşberî bîranîna şehîdên xwe hemûyan bi hurmet û minet bejna xwe ditewînin. Em soza xwe nû dikin ku daxwazên azadî û demokrasiyê yên gelê Kurd bi serxistina 'Avakirina Civaka Demokratîk' bigihînin serketinê."

BEHDÎNAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.