Êriş baweriyê kêm dike

Duşem 16 Hezîran 2025 - 03:30

Tevî biryarên agirbestê û banga Rêber APO li dijî Qadên Parastinê yên Medyayê êrîşên Tirkiyeyê dewam dikin. Ethem Kocaman (Welat Hêmin) di 27’ê Gulanê de di dema agirbestê de şehîd bû. Birayê Ethem Kocaman Adem Kocaman da zanîn ku êrîşên dewletê zirarê dide pêvajoyê û got:“Ji me re dibêjin 'em di şert û mercên wekhev de dijîn' lê ev ne rast e. Bêyî ku ev destûra bingehîn bê guhertin em çawa dikarin wekhev bin? Ev pirsgirêk êdî ne tenê pirsgirêka Kurd e, di heman demê de pirsgirêka Tirk e." Kocaman da zanîn ku piştî ku bihîstine birayê wî di pêvajoya agirbestê de şehîd bûye baweriya wî ya ji bo pêvajoyê kêm bûye û got:“Aştiyeke di çarçoveya demokratîk de pêkan e. Lê belê dirêjkirina pêvajoyê di nava civakê de rê li ber gumanan vedike. Em dibêjin em bi civaka Tirkiyeyê re bira ne, em bi hev re dijîn. Lê şert û mercên jiyana bi hev re hene. Di vê çarçoveyê de divê garantiyên destûra bingehîn hebin û naskirina Kurdan pêwîst e. Yanî qebûlkirina zimanê mirovekî divê ewçend zehmet nebe."

Kocaman bibîr xist ku piştî bangê PKK’ê xwe fesîx kiriye û dema hêza li pêşberî we çek danîne hûn çima leşkerên xwe ji bo şer dişinin û got:“Pirsgirêka te çi ye? Hûn dixwazin ev şer bidome? Ya ku hatiye kirin, bêbaweriyê bi me zêdetir dike. Ji ber ku eger hûn dixwazin bi kesê hûn pê re di şer de ne aştiyê pêk bînin, divê her du alî bi mercên wekhev bên ser maseyê. Lê Serok hê jî di girtîgehê de ye. Divê operasyon bên rawestandin. Birayê min şehîd bû. Ev çawa dikare baweriyê bide me? Gumana 'Gelo em tên xapandin?' çêdibe. Bêguman hem aştî, hem jî şerkirin zehmetiyên xwe hene. Me ev tecrube kirin, lê dîsa jî em aştiyê dixwazin. Divê her tişt ji bo pêvajoyê bi awayekî şefaf û li ser zemîneke zagonî bê meşandin. Naxwe wê bawerî nebe.”

MA/HEVAL ONKOL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.