Bi çekên kîmyewî şehîd bûn
Duşem 16 Hezîran 2025 - 03:45
- HPG-NRÇ’ê nasnameya 2 gerîlayên li Zapê di êrîşa bi çekên kîmyewî ya dewleta Tirk de şehîd bûn, eşkere kir û got:“Em hevrêyên xwe yên fedayiyên Apoyî Rûmet û Serhildan ku navê xwe li dîrokê nivîsandin, bi bîr tînin.”
HPG’ê ragihand 2 gerîlayên YJA Starê di êrişa çekên kîmyewî ya artêşa Tirk a dagirker de şehîd bûne. Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG’ê (NRÇ) derbarê gerîlayên şehîd ev tişt diyar kir:“Hevrêyên me Rûmet Bêrîtan û Serhilda Mahsum 10’ê Tîrmeha 2024’an di encama êrîşa bi çekên kîmyewî de ya ku artêşa Tirk li ser Tunela Şehîd Pîrdogan a li Qada Berxwedanê ya Girê Amediyê ya herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê pêk anî, şehîd bûn. Ji 22’yê Tîrmeha 2022’an û şûnde artêşa Tirk li dijî Tunela Şehîd Pîrdogan a li jorê gundê Sêgirê yê girêdayî navçeya Amediyê ya Başûrê Kurdistanê, bi her cure çekê her roj êrîş pêk anî. Beşekî girîng ê van êrîşan, bi çekên kîmyewî, bombeyên taktîk nukleer û teqemeniyên bi bandor hatin pêkanîn. Belgeyên van êrîşên dermirovî yên dikevin çarçoveya sûcê şer, gelek caran hatin qeydkirin û bi gelê me yê welatparêz û raya giştî re hate parvekirin, bangên hestiyariyê hatin kirin. Artêşa Tirk a ku li hemberî taktîkên gerîla asê ma, sûcên xwe yên dermirovî domand û êrîşên xwe yên nemerdane îro jî hîna didomîne. Bi pêşengiya fermandar û milîtanên fedayî yên YJA Starê li dijî van êrîşên hovane li Tunela Şehîd Pîrdogan qasî 4 salan berxwedaneke destanî hate raberkirin. Milîtanên fedayî yên Apoyî û îradeya xurt jinên Kurd ên azad her carê ev êrîş pûç kirin. Lê belê 10’ê Tîrmeya 2024’an dîsa bi karanîna çekên kîmyewî êrîşeke nemerdane hate pêkanîn û di encamê de hevrêyên me Rûmet û Serhildan ên li Tunela Şehîd Pîrdogan ji ber gaza bi jehr şehîd bûn. Ji bo ku dijmin nezane êrîşên ku bi çekên kîmyewî li ser Tunela Şehîd Pîrdogan pêk anîne encam girtine û ji bo ewlehiya hevrêyên me yên din, şehadeta hevrêyên me Rûmet û Serhildan di dema xwe de nehat eşkerekirin. Em hevrêyên xwe yên fedayiyên Apoyî Rûmet û Serhildan ku weke lehengên bêhempa yên dîrokê navê xwe li dîrokê nivîsandin, bi bîr tînin û di serî de ji malbatên wan ên hêja û gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê yê welatparêz, ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxî dixwazin.
Xwedî jiyana derwêşane bûn
Hevrêya me Rûmet li bajarê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê di nava malbateke welatparêz de hate dinê. Xwişka wê Bêrîtan Cûdî – Cîhan Ehmed û gelek xizmên wê di berxwedana li dijî çeteyên DAÎŞ’ê de bi lehengî şehîd bûn, ev bû yek ji sedemên herî esas ku hevrêya me Rûmet têkoşîna xwe mezin bike.
Li ser vî bingehî sala 2016’an hevrêya me Rûmet berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me ji bo beşdarî xebatên Hêzên Taybet bibe, pêşniyar kir û heta pêşniyara wê hatî qebûlkirin pêvajoya derbasbûyî weke qonaxa amadekariyê nirxand. Hevrêya me di dile hemû hevrêyên xwe de cih girt û bi jiyana xwe ya derwêşane, kesayeta xwe ya bi cewher û dirûst, bû milîtaneke mînak a PKK û PAJK’ê. Hevrêya me weke milîtaneke jin her tim hîs kir ku divê bibe xwedî sekin û tevlîbûneke li gorî misyona pêşengiyê. Bi cesaret û fedakariya xwe ya di vê pêvajoyê de, ji bo hemû hevrêyên xwe bû çavkaniya hêz û morale. Hevrêya me bi dengê xwe yê bedew û stranên xwe, ji hestên hevrêyên xwe re bû tercuman. Hevrêya me Rûmet weke mînaka herî bi cewher a şerkirin û jiyana fedayiyane, derket pêş.
Hevrêya me Serhildan li Efrînê di nava malbateke welatparêz de hate dinê û girêdayî çand û kevneşopiyên Kurdî mezin bû. Di sala 2018’an de dewleta Tirk yekser êrîşî Efrînê kir û di van êrîşan de birayê wî hevê Mahsum – Ebdo Tahabaş bi lehengî şer kir û şehîd bû. Sala 2019’an de biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe û berê xwe da çiyayên Kurdistanê. Hevrêya me nav û çeka birayê xwe şehîd Mahsum hilgirt û dest bi têkoşîna azadiyê kir. Hevrêya me Serhildan bû şervaneke YJA Starê ya ku di gelek taktîkên gerîla de bûye pispor, bi biryardarî û îdîayeke mezin berê xwe da Herêma Şehîd Delîl a Rojavayê Zapê. Hevrêya me Serhildan li vir beşdarî berxwedana dîrokî ya li ser xeta fedayîtiyê bû, bû xwedî tevlîbûneke bi bandor, wêrek û her kêlî bi ked dayînê derbas kir. Bi sekna xwe ya bi îrade ji bo hemû hevrêyên xwe bû fermana mezinkirina têkoşînê. Weke milîtaneke YJA Starê ya pispor a ku bi sekna xwe, çalakî û tarzê xwe yê şer rol lîst, navê xwe li dîrokê nivîsand. Di encama êrîşa bi kîmyewî ya ku dijmin bi nemerande pêk anî de, şehîd bû.”
Agahiyên derbarê nasnameya hevrêyên me yên şehîd bi vî rengî ne:
Rûmet Bêrîtan (Rîma Elî Ehmed), li Til Temirê jidayîk bûye, 10’ê Tîrmeha 2024’an li Zapê şehîd bû.
Serhildan Mahsûm (Mîdya Tahabaş), li Efrînê jidayîk bûye, 10’ê Tîrmeha 2024’an li Zapê şehîd bû.
BEHDÎNAN