Ji bo paşeroja Îsraîlê 2 rê hene
Duşem 16 Hezîran 2025 - 03:50
- Li pêşiya Îsraîlê 2 rê hene. Ya destpêkê; bi xeta heyî ji bo dewamkirina hegemonyayê wê timî şer bike û veguhere împaratoriyeke herêmî. Ya duyemîn jî; xwe ji nava xeleka dijminan rizgar bike û tevlî projeya Yekîtiya Neteweya Demokratîk bibe.
Zihniyeta neteweya demokratîk ji Asya Navîn heta bi Hindistanê ji bo gel û çandên gelekî cihêreng çarçoveya yekparebûnê ya herî baş pêk tîne. Jixwe gel û çandên li van mekanan tevahiya dîrokê li bin banên siyasî yên hevpar ên mîna konfederal û împaratoriyan mane, îdeal jî nebe, bi vî awayî hebûn û xweseriyên xwe karîbûne biparêzin.
Têgîn û teoriya neteweya demokratîk ji bo rastiya kakila hegemonîk a dewleta netewe Îsraîlê jî bi roleke heyatî ya çareserker radibe. Ji bo paşerojê du rê li pêşiya Îsraîlê hene. Riya yekê, bi xeta xwe ya heyî ji bo hegemonya xwe dewam bike hingê wê timî şer bike û bibe împaratoriyeke herêmî. Çawa ku tê zanîn, ji Nîlê heta bi Firatê, heta jê jî wêdetir projeya Îsraîlê ya hegemonîk heye. Ev projeyek e ku piştî Împaratoriya Osmanî hatiye çêkirin. Herçiqasî di pêkanîna vê projeyê de gelekî gav hatibin avêtin jî di warê gihiştina wê ya armancê de hê jî kêm e. Di demên dawiyê de Îran derdikeve pêşiya wê û Îran jî bi heman awayî xwedî hesabên hegemonîk e û ev dike ku di navbera wan de nexweşî û tengezarî çêbibe. Di navbera wê û Tirkiyeyê de jî nexweşiyek heye, lê nayê zanîn ka ev çiqasî ciddî ye. Di vê qonaxê de mirov dibîne ku wê pêvajoyeke bi şer a hegemonya herêmî pêk bê. Bivênevê ev pirsgirêkên ji ber dewleta netewe derdikevin holê wê mezintir bibin; hesabên hegemonîk ên li beramberî hev bi xwe rê li ber van pirsgirêkan vedikin. Ji bo Îsraîlê û gelên Cihû riya duyemîn ew e, ji nava çembera dijminan a her tim xurt dibe dikare derkeve, tevlî projeya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk bibe û li ser vê bingehê ji bo gavavêtinê dikare bibe xwedî însiyatîf. Sermayeya maddî û entelektuel a li pişta Îsraîlê ji bo projeya Yekîtiya Neteweyî ya Demokratîk dikare bi roleke girîng rabe. Bi vî awayî hem dikare xwe weke neteweyekî demokratîk bêhtir têkûz bike, hem jî dikare vê li nava Rojhilata Navîn di çarçoveya yekîtiya neteweyî ya demokratîk de pêk bîne û pê bigihîje wê aştî û ewlekariya mayînde ya gelekî hewcedarî wê ye.
Li Iraqê li şûna dewleteke netewe bi sê yan hê bêhtir dewletên netewe, li Filistînê ji niha bi sê dewletan, li Afganistanê bi qasî hejmara eşîran bi dewletokan hewl didin pirsgirêkan çareser bikin. Jixwe elîtên desthilatdarî û dewletê têra xwe bûne bar û li van ên nû bêne zêdekirin, wê ev bi tenê zordestî û mêtinkariyê zêdetir bike û ji vê pêve encameke din dernaxe holê. Ev jî tê wê maneyê pirsgirêkên civakî û şer ê zêde bibin. Şoreşa Kurdistanê çareseriya neteweya demokratîk bi rêveberiyên konfederal û avakirina otorîteya demokratîk bi sazî bike, ev model wê girêkên kor ên desthilatdariya hezarê salan a Rojhilata Navîn û nexweşiyên wê yên dewletdariyê karibe çareser bike û rê li ber veguherînên bi kok veke. Tişta ku çand û gelên Rojhilata Navîn pir hewcedarî wê ne, otorîteya demokratîk e. Ji bilî vê, ceribandina hêzê û pêngavên çareseriyê yên xwe disipêrin erka dewletê, çawa ku me di mînakên wan ên heta niha ceribandî de dîtine, wê rê li ber jiyanekê vekin ku di bin pirsgirêkên giran ên civakî de bimîne.
Ji bo çareserkirina pirsgirêkên neteweyî û herêmî ji niha ve divê ban û sîwana Yekîtiya Neteweyên Demokratîk bi lez bê avakirin. Li ber çavan e, ti dewlet bi tena serê xwe nikare bi pirsgirêkên mezin dibin serî derxe, lewma yên xwe nedin ber yekîtiyê û jê birevin, bêîddîa ne, û ev helwest bi xwe bi çaresernekirinê re yek e. Mirov nikare dewletbûyîna netewe ya Kurdistanê (li ser navê Kurdan) weke pêşketineke şoreşgerî binirxîne. Bi tenê wê li pirsgirêkên giran ên herêmê yeke din bê zêdekirin. Dewleta netewe ya Kurd a li Iraqê tê ceribandin, eger bi netewebûyîna demokratîk dor lê bê girtin û mirov karibe wê weke yêdekeke lihevhatinê ya pêvajoyê bihêle, hingê dikare li Kurdistanê û li nava Rojhilata Navîn bi roleke erênî rabe. Yan na divê mirov li bendê be ku rê veke li ber pirsgirêkên ji problematîka Îsraîl û Filistînê girantir.
Li şûna van mînakên têkçûyî avakirina yekîtiyên nû û yekeyên ji yekeyên dewleta netewe bihurî pêdiviyek e ku divê dereng neyê xistin. Herçend pêdivî bi Yekîtiyên Neteweyî yên Demokratîk ên Herêmî heye, wekî din bi awayekî lezgîn pêdivî heye ku li şûna Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Neteweyên Demokratîk a Dinyayê bê pêkanîn. Ev yekîtiya ji dewletên netewe bihurî wê ji yekeyên neteweyî yên demokratîk pêk bê. Em çi herêmî, em çi global bifikirin, Yekîtiya Neteweyên Demokratîk ne bi tenê ji yekeyên dewletê, divê bi tevlîbûna rêxistinên civaka sivîl pêk bê. Aştiya dinyayê bi dewletên netewe yên ku çavkaniya şer in, pêk nayê. Di heman demê de bi saziyên modernîteyê yên ku çavkaniya krîzan in, xweşhalî çênabe. Mînakên heyî têra xwe vê rastiyê piştrast dikin. Çawa ku aştiya dinyayê bi neteweyên demokratîk dibe, pêdiviyên bingehîn û mafê xebatê yê gelên dinyayê jî ne bi yekdestdariyên fînansê yên li pey kara har û çavsorî diçin, lê bi yekîtiyên îndustriyê yên ekolojîk, ekonomiya ekolojîk û kominal dibe yên ku xebatê weke azadî dihesibînin û vê xebatê ji bo her kesî dixwazin.
Ji pirtûka Manîfestoya Şaristaniya Demokratîk a Rêber Apo hatiye berhevkirin.
ANF / NAVENDA NÛÇEYAN