‘Kaniya Trevî’ ya xweziyan restore dikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 10 Cotmeh 2024 - 00:27

 “Kaniya Trevî” ya ku li Romayê dimîne piştî 10 salan dîsa tê restorekirin. Şaredariya Romayê da zanîn ku wan dest bi xebatê kiriye û ew ê kanî demekê ji serdêran re girtî be. Kaniya Trevî yek ji wan cihan e ku dema turîst diçin Romayê xwe lê dikşînin û diçin dibînin. Gava turîst diçin vê kaniyê bibînin pereyên hesin davêjin nav ava kaniyê da ku xwestekên wan bi cih werin û bigihîjin mirazên xwe.

Piştî restorasyona kaniyê bi dawî bû ew ê turîst bi pirên portatîf kaniyê û her wiha peykerên li dora kaniyê baştir bibînin. Her wiha ew ê derûdora kaniyê bi bariyerên şefaf werin dorpêçkirin. Ew ê xebata restorasyonê 3 mehan bidome. Şeradarê Romayê Roberto Gualtieri da zanîn ku ew ê Kaniya Trevî piştî Adara 2025’an ji nûve vebe. 

Her sal 4 milyon kes diçin serdana Kaniya Trevî. Ev jî tê wê maneyê ku rojane 10-12 hezar kes kaniyê dibîne. Kaniya Trevî di sala 1732’an de ji hêla mîmarê bi navê Nicola Salvi ve hatiye çêkirin. Kaniya Trevi yek ji nimûneyên mîmariya serdema Barokê ye.

ROMA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.