- Gordon Parks: Min xwest berê kemaraya xwe bidim her tiştê ku ez li Emerîkayê jê hez nakim, ruhê min ji xizanî, nijadperestî û cudakariyê diçû! Lewma, li hember van pêkûtiyan min xwest kemaraya xwe weke çekê bi kar bînim.
XASÊ CÛNÊ
Gordon Parks yek ji wan wênegirên reşik e ku bi wêneyên xwe bûye dengê li dijî neheqî û cudakariyê. Her wiha ew yek ji wan hunermendên herî bi bandor ê sedsala 20’an jî tê hesibandin. Parks, weke wênegir, filmçêker û nivîskar ew xet û sînorên ji bo reşikan hatibûn xêzkirin, rakirin û bi berhemên xwe yên bi bandor, zextên li ser reşikan nîşanî dinyayê hemûyî dan. Li pey hemû wêneyên wî mirov dikare serhatiyeke dijwar a neheqiya li reşikan bûye, bibîne. Bêrûmetiyên li hember reşikan pêk hatine, di wêneyên xwe yên bi hêz û helbestî de baş şirove dike. Wî berê kadraja xwe tenê neda ser mirovên rojane, wî wêneyên kesayetên navdar ên bi bandor ên weke Mihemed Elî û Malcom X jî girtin.
‘Diya min ji gazinan hez nedikir’
Gordon Parks sala 1912’an li Kansasê tê dinyayê. Di nav 15 zarokên dê û bavê xwe de yê herî piçûk bû. Gava hîna zarok e, bi gelek zehmetiyan re rû bi rû dimîne û nijadperestiya li Emerîkayê ya li ser reşikên Efrîkî ji nêz ve hîs dike. Ew bi xwe jî rastî nijadperestiyê tê û van serpêhatiyên xwe ji bîr nake û ew dîmen ji ber çavên wî qet naçin. Ew diçe wan dibistanên ku tenê ji bo reşikan hatine veqetandin. Her wiha zarokên çermspî gelek caran henekên xwe pê dikin û wî piçûk dixînin. Parks di hevpeyvîneke xwe ya sala 1997’an de ya New York Timesê de dibêje, “Diya min nedihişt ku ez ji cudakariyê giliyan bikim û ji gazinan hez nedikir.” Wî ji diya xwe hêz girt û armancek da pêşiya xwe û herî dawî tişta xwest û hêvî kir, bire serî jî.
‘Ruhê min ji nijadperestiyê diçû’
Di sala 1937’an de gava 25 salî ye, bi aweyekî kamerayeke kevn bi dest dixe û dest bi wênegirtinê dike. Destpêkê studyoyeke wî tine ye û ew li metbaxa malê ji tencere û qutiyan ji xwe re ronahiyê çêdike û bi vî awayî ekîpmanên xwe çêdike. Dixwaze li Emerîkayê xizanî, nijadperestî û neqeqiyê bi wêneyan nîşan bide û bike belge. Di navbera salên 1940 û 1970’yî de gelek wêneyên reşikên li Emerîkayê digire û jiyana wan kesan dike belge.
Parks, di heman demê de mafê kesên sivîl jî diparast û pêşengiya vê yekê jî dikir. Parks digot, “Min xwest berê kemaraya xwe bidim her tiştê ku ez li Emerîkayê jê hez nakim, ruhê min ji xizanî, nijadperestî û cudakariyê diçû! Lewma li hember van pêkûtiyan min xwest kemaraya xwe weke çekê bi kar bînim.” Wêneyên wî îro jî derbarê dîroka nijadperest a Emerîkayê de weke belgeyên herî baş tên dîtin.
Yekem reşikê li kovara ‘Life’ê
Parks destpêkê li ji bo kovarên “Ebony” û “Vogue” dixebite û wêneyên wî li wir çap dibin. Lê piştî demekê, piştî ku tê naskirin, kovara navdar ya “Life”ê dixwaze ew bi wan re bixebite û Parks li kovara “Life”ê dest bi kar dike. Ew karkerê yekem ê reşik e ku li kovarê kar dibîne û dixebite. Beriya wî kesekî reşik li kovarê nexebitiye. Lê Parks bi afirînerî û wêneyên xwe yên bi bandor vê nêzîkatiya wan dişikîne. Derbarê vê yekê de jî Parks dibêje, “Belê, ez yekem kesê reşik bûm ku di kovarê de dixebitîm, lê ev ji bo min ne rûmet bû. Diviyabû beriya niha jî reşikan karibûya bixebitin li vir. Ez kesekî bi biryar bûm û min nehişt ku bi nijadperestî û cudakariyê li ser min bandora xwe çêkin.”
Pêşengê filmên ‘blaxploitation’
Parks li Emerîkayê pêşengiya cureyê filmên “blaxploitation” (filmên ku mijara wan dagirkirina reşikan e) jî kir û film jî çêkirin. Yekem derhênerê reşik bû ku xwe bi Hollywoodê da qebûlkirin. Wî sala 1969’an filma bi navê “The Learning Tree” (Dara fêrbûnê), sala 1971’ê filma bi navê “Shaft” û sala 1972’yan jî filma xwe ya bi navê “Shaft’s Big Score” çêkir û bi van filman li gelek festîvalan xelat girtin. Filmên ku çêkirin jî bêhtir ji ber jiyana xwe girtibûn û senaryoyên wî dîsa rewşa reşikan rave dikir û mijar reşik bûn.
Gordon Parks di warê dîtbariyê de şareza bû. Dîmen û wêneyên wî nexasim rewşa reşikan a li dinyayê û neheqiyên ku ew bi wan re rû bi rû man, baş raxistin ber çavan. Wî serhatiya wan kesan, bi kadrajeke ku kesî nedixwest bibîne, nîşan da. Esaleta wêneyên wî ji gelek kesan re dilsoz dihat. Ji lewre, wêne û filmên wî hîna jî bi bandor in û ji wan tê hezkirin.
Gordon Parks, wênegirê bi wêneyên xwe yê reş û spî tê bibîranîn, sala 2006’an xatirê xwe ji vê dinyaya gewrik xwest û ji nav me bar kir.