Ka pêşî Kurdî bikin zimanê xwe yê fermî

Luqman GULDIVÊ nivîsand —

Duşem 25 Îlon 2023 - 00:05

Doh li Mexmûrê sala nû ya xwendinê dest pê kir. Zarok wê saleke din a xwendinê bi Kurdî û kurdewarî bixwînin. Carê bi minasebeta destpêka xwendinê li bakurê Kurdistanê jidil yan jî ne jidil, hin çalakî dihatin kirin, hinan daxuyanî dida, jinan jî daxwazin dikirin. Daxwaza ku niha pirraniyek li serê mitabiq e, “Bila Kurdî bibe zimanê fermî”. Gava ku ev daxwaz bi awayekî xurt dihat gotin, pirraniya xelkê navçeyên bakurê Kurdistanê bi Kurmancî yan jî bi Kirmanckî dipeyivîn. Bajar meseleyeke din in, lê navçe hîna warê Kurdiyê bûn. Niha êdî Kurdî li gundan û li kêm navçeyên bakurê Kurdistanê li mal e. Hindik ma Kurdî li Bakurê Kurdistanê bêwar bimîne. 

Lê li şûna ku doz xurttir bibe, dengê xelkê êdî kêmtir derdikeve. Ew hêviya ku bi “fermî”ya dewletê ve hat girêdan, jixwe ma li wir: “Divê Kurdî bibe zimanê fermî.”

Erê bavo erê, lê berê sembolîk bûya jî di destpêka dibistanê de asîmîlasyona li dibistanên dewleta Tirk dihat protestokirin. Îsal deng ji kesî nehat, kesî bîr nebir ku bi gotinan be jî, vê asîmîlasyona di çarçoveya qirkirinê de protesto bike. Ev ne jibîrkirineke bêguneh e: Ev bêkêriya gunehkariyê ye.

Dewleteke sondxwarî ku te qir bike, wê çima zimanê te bike zimanekî fermî? Heger tu zorê bidiyê û tu nîşan bidî, ew nikare te qir bike, hingê ew ê ji bêgavî ber bi aliyê te ve gavan biavêje. Wekî din ti rêya din li ber te nîne! 

Yanî beriya ev daxwaz bi vî rengî ji dewleta Tirk a dagirker bê kirin, lazim bû, eynî weke li Mexmûrê, Kurdî bibûya zimanê fermî yê civakê. Gava ez vê dibêjim, ez behsa helwêstekê dikim: Mirov dibistanên dewleta dagirker weke mekîne û çerxên asîmîlasyonê bi nav bike û wiha di wan bigihîje; mirov li mala xwe, li kolana xwe, li sûka xwe, li gundê xwe, li bajarê xwe Kurdî teşwîq bike; mirov li civînên xwe yên civakî, siyasî û çandî, li partiyên xwe yên siyasî, li komeleyên xwe û li her warî pêşî Kurdî ji bo xwe bike zimanê fermî…

Piştî ku te ev helwêst nîşan da, jixwe asîmîlasyon êdî bêkêr e. Dewleta dagirker wê neçar bimîne gavan biavêje. Lê îsal, em xwedî helwêsteke ewçend qels û lawaz bûn, bi rastî jî êdî ew helwêst ji ecêb û sosretan bû. Xuyakirina Kurdî li nava meydana amî, bihîstina wê li nava bajar û bazaran, teşwîqa herî mezin û garantiya herî xurt a têkoşîna li dijî asîmîlasyonê ye. Gava ku me li nava xwe zimanê Kurdî nekir zimanê “fermî” yanî Kurdî nebe zimanê sereke yê daxuyaniyên me, zimanê sereke yê çapemeniya me, zimanê sereke yê çalakiyên me yên çandî, helwêsta me ya beramberî zimanê me wê bibe helwêsteke neerênî. Helwêsta neerênî jî nîşanî asîmîlekeran dike ku ew bi ser dikevin.

Baş e, heke tu di karekî de bi ser bikevî, tu wê jê biqerî? Gelo te yeqîn e ku dewleta Tirk di warê tinekirina Kurdî de serketî be û jê vegere, bibêje, “eyb e, şerm e, guneh e, ez vê asîmîlasyonê nekim, ne insanî ye! Ez Kurdî bikim zimanê fermî…” Ma ev karê aqilan e?

Em kinerê li meselê bixin: Li Amedê qeyûmê ku îradeya Amediyan dagir kiriye, karî pêr bi hezaran ciwanan li ber stranên qirkirina çandî li Meydana Deriyê Çiyê kom bike. Ew meydan ji bo doza Kurdî tijî nebe, kes guh nade Kurdan û ti kes jî nabêje, wele ev doza “zimanê Kurdî bila bibe zimanê fermî heq e”. Ji bo ev doz bibe dozeke heq, divê jidil aliyên siyasî, civakî û çandî yên têkoşîna Kurdan xwedî lê derkevin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.