- Hunermendê Fransî yê kolanan JR, ku bi xebatên xwe yên anamorfîk tê zanîn û naskirin belgefilmeke bi navê “Paper & Glue” (Kaxiz û Zemq) çêkir.
Hunermendê Fransî yê kolanan JR, ku bi xebatên xwe yên anamorfîk tê zanîn û naskirin belgefilmeke bi navê “Paper & Glue” (Kaxiz û Zemq) çêkir.
Wî di vê belgefilmê de serpêhatî û paşxaneya karê xwe bi xelkê re parve kiriye. Her wiha ev belgefilm behsa hunerê wî yê bi salan jî dike.
JR bi xwe ev belgefilm çêkiriye û ew derhêneriya belgefimê jî dike. Wî berê jî bi derhênera navdar a Fransî Agnes Varda re belgefilma bi navê “Faces Places” (Rû û Mekan) çêkiribû. Ev belgefilma wan bû berendamê Oscarê jî. JR, di vê belgefilmê de li ser karê xwe hûr dibe, bi rêya huner, balê dibe ser pirsgirêkên mirovî. Belgefilm bi qasî saetek û nîvê ye. Çêkerên belgefilmê jî Brian Gazer û Ron Howard in. Belgefilma JR, promiyera xwe di 19’ê Hezîranê de li “Festîvala Filman ya Tribeca” kiribû.
JR, derbarê belgefilma xwe de got; “Ev film lûtkeya herî bilind a karên min e ku ez bi salan dikim. Vîdeo û wêneyên di dema ciwaniya min de hatine girtin jî hene di vê belgefilmê de. Gava min ev qeyd girtibûn, qet nedihat bîra min ku ez ê ji bo kerekî wiha bi kar bînim. Hêvî dikim ku ev belgefilm hin baweriyên me yên ku rehên wan pirr kûr çûne, ji nûve binirxîne û bibe îlhama guherînên nû.”
NAVENDA NÛÇEYAN