- Nivîskar û helbestvan Hecî Nehsan bi du berhemên nû derdikeve pêşberî xwînerên xwe.
Nivîskar û helbestvan Hecî Nehsan bi du berhemên nû derdikeve pêşberî xwînerên xwe.
Weşanxaneya J&J ya ku navenda wê li Amedê ye du pirtûkên nû yên Hecî Nehsan ên bi navê “Bêrîgeh” û “Bergîdana Xewnê” çap kirin.
Hecî Nehsan Kî Ye?
Hecî Nehsan, sala 1974ʼan li gundê Korikê yê ser bi Kobanê hatiye dinyayê. Ji piçûkatiya xwe ve bi wêjeyê re mijûl e. Hêçan / ceribîn û helbestên wî di kovarên wekî Çirûsk, Hawara Botan, Roza, W, Eylül, Tîroj û Ümüş Eylül de hatine weşandin. Ev 24 sal in ku ji doza siyasî di hepsê de ye. Niha li hepsa Tekîrdagê girtî ye.
NAVENDA NÛÇEYAN