'Jiyana Min Her Şer Bû' bi Rûsî ye

Nûçeyên Çand/Huner

În 21 Tebax 2020 - 16:59

  • Ciwanên sosyalîst ên Rûs, pirtûka "Jiyana min her şer bû" ya yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansizê bi Rûsî weşand.

Ciwanên Rûs ên sosyalîst, pirtûka Sakîne Cansiz a bi navê Jiyana min her şer bû, wergerand Rûsî û weşand.
Ciwanên sosyalîst ên Rûs, pirtûka "Jiyana min her şer bû" ya yek ji damezrînerên PKK'ê Sakîne Cansizê bi Rûsî weşand.
Piştî karê salekê, bergê yekê yê pirtûkê ji aliyê Weşanxaneya Teorî û Pratîka Radîkal ve hate weşandin.
Pirtûk ji Ingilîzî ji aliyê Darya Balakîna ve hate wergerandin, Dmîtrîî Petrov redaketeya wê kir û ji aliyê Îrîna Petrova, Dmîtrîî Sîdorov û Yekaterîna Selîvanova ve hate sererastkirin. Mîzanpaja wê ji aliyê Vladîmîr Barçînskîî û wêneyê bergê wê jî ji aliyê Olya Gorşe ve hate çêkirin.
Ciwanên Rûs ên ku şoreşa Kurdistanê bala wan dikişîne, plan dikin ku bergê duyê yê pirtûka Sakîne Cansizê jî biweşînin.

MOSKOV

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.