Mirov halê hazir di nava zindiyên heyî de, ew e ku herî zêde û herî bilez tesîrê li sîstemên eko yên cîhanê dike. Yanî ji avhewayê, heta bi guhertina pêkhatina derya û axa ser rûyê erdê, ji dar û dirixt û giyayan, heta bi heywanên bejê, avê û firindeyan, ew bi ferehkirina warên xwe yên şên tesîrê li her devera jiyanan zindiyan dike. Halê hazir cûreyê ku vê tesîrê dike Homo Sapiens Sapiens e. Lê di rabihuriyê de delîlên gelek cûreyên din jî hene, yê herî navdar jî Neanderthaler e. Niha li Îndonezyayê, DNA'ya ji skeletekî hate wergirtin, cûreyekî nû yê mirovan eşkere kir. Lêkolînerên navneteweyî û Îndonezyayî li

Îndonezyayê ev skeletê 7200 salî dîtibûn. Skelet ê jineke 17-18 salî ya nêçirvan e. DNA'ya vî skeletî bû sedem ku teoriya koçberiya mirovan a ber bi girava Wallaceayê ji nû ve bê nirxandin. Skelet ne yê cûreyê mirovan ê heta niha naskirî ye.
Li gorî nûçeya di kovara Journal Nature de skelet li şikefta Leang Panninge ya girava Celebesê di pozîsyona cenînê de binaxkirî hatiye dîtin.

Arkeologan ji çanda Toaleanê navê Besse li vê jinê kir. Tê texmînkirin ku ev cûreyê mirovên ji çanda nêçirvanî berhevkariyê ya li başûr rojavayê nîvgirava Sulawesiyê be. Ev çand di navbera salên 8000 û 1500'î beriya mîladê hebû. Ev keşfa destpêkê ya elaqedarî vê komê ye.

Karên li vê herêmê sala 2015'an dest pê kir. Ji Zanîngeha Griffith a Awustralyayê arkeolog Adam Brumm got, “Cara ewilî ye ji nava bermahiyeke ewçend kevin, DNA me bi dest xist."

Di encama analîza li ser DNA'yê de hate tespîtkirin ku jina nêçirvan û berhevkar ji heman koma Aborjînên Papua û Awustralyayê ye.

Arkeolog Brumm got, "Ev keşf nîşan dide ku agahiyên me yên li ser bicihbûna mirovên destpêkê li girava Wallaceayê çiqasî kêm in.”

Zanyar dixwazin ku bi analîzên nû yên genetîk, derfetên xwegihandina paşiyên vî cûreyê nû yê mirovan ê li girava Îndonezyayê peyda bikin.

NAVENDA NÛÇEYAN