Jinên qetilkirî vedijîne

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 8 Kanûn 2022 - 05:51

  • Şêwekar û grafîker Asli Filiz bi pêşangeha xwe ya “Jinên Jîndar” bala xelkê dibe ser jinên Kurd ên hatine qetilkirin û wan bi vî awayî di resman de vedijîne. Bi vê pêşangehê, ew nahêle navê wan jinan were jibîrkirin û li serpêhatiya wan xwedî derdikeve.

RONÎ PENABER/HAMBURG

 

Şêwekar, grafîker û sêwirmend Asli Filîz, ji bo jinên Kurd ên hatine qetilkirin, her wiha jinên ku zext û zor li wan hatiye kirin, li Hamburgê pêşangeheke bi navê “Jinên Jîndar” vedike. Peşangeh ji hêla “Neues Amt” ve bi rê ve diçe û bi giştî dê 30 berhemên Asli Filîzê di vê pêşangehê de cih bigirin; her yek ji van berheman bi disîplînên hunerî yên cuda hatine hazirkirin.

Aslı Filiz, pêşangeha xwe ya sêyem a solo hazir dike û dibêje, “Em navên jinên hatine qetilkirin, çiqasî bînin ziman, ew jin dê ewqasî bijîn. Xebatên min ên di vê pêşangehê de jî pergala baviksalar a ku jinan qetil dike, dixe hedefa xwe, ez dixwazim navên wan jinên ku hatine qetilkirin, bi riya van resman vejînim.”

Asli Filîz bi bîr xist û got, hişmendiya serdema navîn a ku bi awayekî sîstematîk jinan weke “cazû” nîşan dida û qetil dikir, îro jî dewam dike. Gava ku Asli Filîz serpêhatiya van jinên ku hatine qetilkirin, xwendiye, aciz bûye û dilê wê êşiyaye. Ji lewma jî biryar daye pêşangeheke bi vî rengî hazir bike.

 

‘Jin jiyan azadî’ bû felsefeyek

Li ser afîşa pêşangeha “Jinên Jîndar” resmê jina Kurd Jîna Amînî heye û dirûşmeya tevgera jinên Kurd a ku di serhildanên li Rojhilat de jî tê gotin, “Jin jiyan azadî” jî hatiye nivîsandin. Asli Filîz dibêje, Jîna jî û ev dirûşme jî ji erdnîgariya Kurdistanê peyda bûne: “Lê piştî wextekî, ev dirûşm bû felsefeyek û hemû jin li dora vê dirûşmeyê kom bûn. Divê em vê yekê piçûk nebînin. Sîstema kapîtalîst heta jê tê dixwaze naverok û maneya vê sloganê biguherîne, divê li hemberî vê yekê jî em baldar bin. Ez jî bi vê pêşangehê xwedî li vê dirûşmeyê derdikevim.”