- 20 jinan bi çîrokên nivîsandine jiyana xwe û hestên xwe parve kirin. Her jin xwedî çîrokek e. Bi 20 jinan re me ev çîrokên pirrengî kom kirin û parve kirin. Bi min ev cara yekem e ku xebateke jinê ya bi vî rengî tê kirin. Ev berhem, dê di dîroka wêjaye Kurdî de cihê xwe bigire.
MEDYA UREN / JINNEWS/AMED
Çîrokên 20 jinên nivîskar ên Kurd ên li Bakur, Başûr, Rojavayê Kurdistanê û Dîasporayê di pirtûka bi navê Antolojiya Êşên Jinan: 20 jin, 20 çîrok de hatin tomarkirin û weşandin. Yek ji nivîskarên pirtûkê û di heman demê de berhevkara pirtûkê Yasemîn Elban têkildarî pirtûkê axivî. Wê got, “Jinên Kurd afrîner in û pêwîst e bi berhemên bi vî rengî ji bo siberojê mîraseke mayînde bihêlin.”
Çîrokên 20 jinên Kurd di pirtûka bi navê Antolojiya Êşên Jinan "20 jin, 20 çîrok" de hatin tomarkirin û Weşanxaneya Na’yê ev çîrok çap kirin. Bi mijarên cuda jinan hest, nêrîn û ramanên xwe bi çîrokên xwe anîne ziman. Berhevkara pirtûkê û yek ji nivîskarên pirtûkê, Yasemîn Elban têkildarî pirtûka “Antolojiya Êşên Jinan: 20 jin, 20 çîrok" de axivî.
Ji bo siberoja zarokan seta zarokan
Yasemîn Elbanê di serî de behsa pirtûkên xwe yên berê kir: "Min weke set jî pirtûkên zarokan çap kirin. Vê yekê ez pirr kêfxweş dikirim. Min dewlemendî, şînatî, ajal û hemû xwezaya Kurdistanê da nasîn. Ji bo wenda nebe, pêwîst e tu ji siberojê re hinek tiştan bihêlî. Ango yên ku herî baş çand û dewlemendiyên civakê hilgirin û bibin siberojê jî wê zarok bin. Armanca min jî ew bû ku bi çîrokan ez hinek agahiyan parve bikim. Ji bilî çand û kelepora Kurdî, divê zarok navdarên xwe, destanên xwe û dîroka xwe jî binasin. Wekî helbestvana me Mestûre Xanim, dengbêjê me Evdalê Zeynikê, feylesofê me Ehmedê Xanî, destanên me yên Dewrêşê Evdî û rewşenbîrê me Celadet Elî Bedirxan. Min ev weke setek bi navê 'Rojnivîska Xecê' ji pênc pirtûkan nivîsîye û ji weşanxaneya Darayê derketiye. Di pirtûka min a bi navê 'Asmîn û Bilbil' de min cih daye erdinîgariya herêma Tetwanê, bi Kurdî navê ajal, pincar û xwezaya Kurdistanê. "
‘Her jinek xwedî çîrokeke’
Yasemîn wekî din jî di gelek projeyan de cih digire û ji bo rojname û kovaran jî dinivîse. Niha jî bi berhevkariya ji bo pirtûka nû jî berhemek derxist.
Yasemînê têkildarî berhema herî dawî jî wiha axivî; "Bi piştevaniya weşanxaneyê û gelek hevrêyên me jî me çîrokên 20 jinan li ba hev kom kirin.
20 jinan bi çîrokên nivîsandine, jiyana xwe û hestên xwe parve kirin. Her jin xwedî çîrokek e. Bi 20 jinan re me ev çîrokên pirrengî kom kirin û parve kirin. Bi min ev cara yekem e ku xebateke jinê ya bi vî rengî tê kirin. Ev berhem, dê di dîroka wêjaye Kurdî de cihê xwe bigire. Em ê hewl bidin ku xebatên me yên bi vî rengî tim bidomin û bi wêjeyeke xurt wek jin em ê hespên xwe di meydana wêjeyê de biajon."
Xwedî li mîrateya jinê derdikevin
Yasemînê got, jinên Kurd xwedî hêza afrîneriyê ne û wiha dewam kir: “Heger jin bixwazin, dikarin her tiştî bikin û bi rê ve bibin. Beriya 400 salan jî jinên Kurd bi performanseke serketî di dîroka wêjekariyê de cihê xwe girtine. Helbestên jinên Loristanê yên bi performanseke serketî ji vir û 400 sal berê helbest nivîsîne, di asteke bilind de bû. Di salên dawî de jî jinên Kurd bi ziman, çanda xwe dest bi nivîsandina çîrok, destan, helbest û nivîsan kirin. Em jî xwedî li vê mîrateya jinê derdikevin û ji bo bidin dewamkirin jî hewl didin."
‘Gotin û parvekirin çîrokê xurt dike’
Yasemînê da zanîn ku ew hêvîdar in ku xebat û hevkariyên wan her tim bidomin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Ez bawer dikim ku wê pirtûka me ya dawî jî ji bo wêjeya Kurdî bibe dewlemendiyeke mezin. Ji bo wê, em malavahiya wan kesan dikin ku di weşanê de keda wan hey. Em ê hîna jî hewl bidin ku berhemên nû derxin û bi xwîneran re parve bikin. Ez dixwazim her jina Kurd binivîse û jiyana xwe vebêje. Bi gotin û parvekirinê, ew çîrok dewlemend dibin."