Jinên Dêrsimî bûn sembol
Çarşem 4 Kanûn 2024 - 02:15
Bîrsen Orhan a berxwedana jinên Dêrsimê bi bîr xist û wiha got: "Ez berxwedana 22’ê Mijdarê ya jinên Dêrsimê bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Ew gelekî xurt bûn, bi me re bûn. Hest û ruhê wan yê têkoşer wê rojê gelekî zelal bû. Jinên Dêrsimî, bûn sembolên wê rojê."
Di 21’ê Mijdarê de qeyûm tayînî Şaredariya Dêrsimê hat kirin. Piştî qeyûm tayînî şaredariyê hat kirin, welatiyên Dêrsimê li dijî desteserkirina vîna xwe dest bi berxwedanê kirin. Di encama vê têkoşînê de li gelek kesan zext hatin kirin û 9 kes jî hatin binçavkirin. Bajar bi bariyerên ku lê hatin bicihkirin veguherî baregeha leşkerî. Li Dêrsimê çalakiyên li dijî qeyûman didomin, Hevşaredar Bîrsen Orhan a ku di rojên piştre de ji aliyê polîsan ve zext lê hatin kirin û hat binçavkirin, bi hepsa malê û qedexeya derketina derve hat berdan.
Piştî berdanê bi 2 roj şûnde Bîrsen Orhan di 30'ê Mijdarê de dîsa li mala xwe ya li taxa Pêrtagê hat binçavkirin. Bîrsen Orhan a ku piştî îfadeya wê ji aliyê dozgeriyê ve li Edliyeya Dêrsimê hat girtin, bi îdiaya "Ji bo karê xwe neke li ber xwe daye" û "Li hemberî polîsan li ber xwe daye" hat girtin û di 3'yê Mijdarê de dîsa hat berdan.
Bîrsen Orhan beriya ku bê girtin axivî bû.
Ala nûnertiya jinan
Bîrsen Orhan diyar ku wê di nav DEM Partiyê de dest bi siyasetê kir, ji ber ku nûnertiya jinan di siyaseta DEM Partiyê de dîtiye û ev tişt got," Bersiva ji bo destkeftiyên jinan û xebatên wê yên ji bo zêdekirina destkeftiyên jinan helbet di nav DEM Partiyê de ne û ji ber ku min wisa hizir dikir ku DEM Partiyê ala nûnertiya jinan hilgirtiye."
Projeyên beriya qeyûm
Bîrsen Orhan beriya qeyûm projeyên ku kirbûn meriyetê bi bîr xistin û wiha got: "Yek ji biryarên dawî ku me girt avakirina koordînasyona jinan û avakirina roja jinê bû. Bi rastî jî me di hefteya ewil a her mehê de roja jinan plan kir. Di civînên gel de û di vê roja jinan de em dihatin û me li ser pirsgirêkan nîqaş dikirin û bi hev re projeyek din a jinan ava dikir, hemamek li nêzî otogarê hebû, me xwest em wê bikin xaniyek. Ji bo ku ji bo hevalên me qadeke îstîhdamê ava bikin. Li Dersimê ev serdemeke ku pirsgirêka starbûnê heye. Di nav projeyên me de afirandina derfetên kar û alîkariya aborî di warên çandiniyê de bûn. Yek ji projeyên me yên herî girîng jî çêkirina baxçeyekî muzeyê bû. Hevalên me yên jin xwestin Gora Çeto biafirînin. Dêrsim bajarekî ku gelek nebatên endemîk lê hene ye. Me xwest ku destê jinan bigihêje vê derê. Mixabin projeyên me nîvco man. 7 meh ji bo me demeke pir kurt bû. Ji ber ku pirsgirêkên bajêr pir bûn, pirsgirêkên jinan jî zêde bûn. Navenda jiyana me ya jinan heye, psîkologek me, du xebatkarên civakî û du hemşîre li navenda jiyana me ya jinan hebûn. Em her hefte bi rêkûpêk bi wan re dixebitîn. Piştî van biryaran bi hevalên xwe yên jin, bi taybetî yên ku pirsgirêkên wan ên tenduristiyê hene, bi serdana taxan re, bi tevlêbûna xebatkarên xwe yên civakî me xwe gihand hevalên xwe yên jin ên hewcedar û me hewl da ku piştgiriyê bidin wan. Me kursiyek nû ya cilûbergan çêkir û ji bo wê bangên xwe kirin. Me dest bi pêşkêşkirina xizmetekê kir bêyî ku em cudatiyê bikin navbera jin û mêran."
Em ê xebatan bidomînin
Bîrsen Orhan da zanîn Dêrsim li ber xwe dide û wê ji bo pirsigrêkan bibe bersiv û wiha got:" Di 25'ê Mijdarê roja ku cezayê hevşaredarê me Cevdet Konak hat ragihandin, di çarçoveya tundiya li ser jinê de gelek çalakî me li dar xistin. Em ne di şînê de ne. Têkoşîn tenê bi şaredariyan re sînordar nîne. Nîqaş heye ku şaredarî cihekî ku dikare gelek pêdiviyên gelê Dêrsimê bi cih bîne ye. Em ê di vî warî de xebatên xwe bidomînin."
Gel ev peywir da me
Bîrsen Orhan destnîşan kir ku qeyûm projeya siyaseta hikûmeta AKP-MHP’ê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: " Ez vê yekê wekî darek, mekanîzmayek ku gava asê bibe dikare êrîş bike dihesibînim. Li aliyekî destê aştiyê û li aliyê din jî nêzîkatiyeke hovane. Em hatine hilbijartin. Sindoqek tê danîn. Xelk bi îradeya xwe ya azad diçin û dengê xwe didin û di encama wê hilbijartinê de em wek kesên hilbijartî erk û berpirsyarî digirin ser xwe. Gel ji me re dibêje 'Em vê erkê didin we û em dixwazin ku hûn vî karî bidomînin. Li wir kar bikin. ' Bi giştî em îradeya gel e û nûnerên ku ji sedî 40 ê dengan wergirtine. Di vê demê de hûn dizanin ku di hilbijartinên 31’ê Adarê de kesek di çapemeniyê de rabû ser piyan û sînyalên tayînkirina qeyûman li 27 şaredariyan da. Helbet em baş dizanin ku têgeha bêhiqûqiyê di bin navê hiqûqê de pêşkêşî me dikin."
Jinên Dêrsimî, bûn sembol
Bîrsen Orhan berxwedana jinên Dêrsimê bi bîr xist û wiha axaftina xwe bi dawî kir: "Ez berxwedana 22’ê Mijdarê ya jinên Dêrsimê bi rêzdarî û hezkirin silav dikim. Ew gelekî xurt bûn, bi me re bûn. Hest û ruhê wan yê têkoşer wê rojê gelekî zelal bû. Jinên Dêrsimî, bûn sembolên wê rojê."
JINNEWS/DÊRSIM