Yê ku gav bide avêtin em in

Duşem 28 Tîrmeh 2025 - 03:40

Îsal li Dêrsimê 23'emîn Mîhrîcana Çand û Xwezayê ya Mûnzûrê bi dirûşmeya 'Dêrsim jiyan e; Dest nede xwezaya min, vîna min, zimanê min, baweriya min' bi tevlîbûneke xurt didome. Di mîhrîcanê de wêrankirina ekolojiyê, êrîşên li hemberî jinê, daxwaza zimanê dayikê, demokrasî û 'Banga Aştî û Civaka Demokratîk' hatin nîqaşkirin. Welatiyên beşdarî mîhrîcanê bûn têkildarî pêvajoya nêrînên xwe anîn ziman. Alî Akdag anî ziman ku gavên PKK'ê avêtine erênî dîtine û got:"Em Kurd her tim li pişt sozên xwe ne. Lê belê, ya ku îro AKP-MHP dibêje dibe ku sibe ji hev cuda bin. Ji bo bêbaweriyê ji holê rakin divê destpêkê girtiyên siyasî serbest bên berdan. Eger gavên bi vî rengî werin avêtin, hingî em ê samîmiyeta wan bibînin. Daxwaza me di serî de mafê Kurdan e ku bi destûra bingehîn were naskirin û ewlekirin. Divê kurd bikaribin bi zimanê xwe azad biaxivin. Em mirovên ku ji bo jiyanê têdikoşin û alîgirê demokrasiyê ne. Lê ez hêvî dikim ku vê carê pêvajoyeke baş derxe holê û xwesteka jiyana bi hev re ya Kurd û Tirkan pêş bikeve."

Ji bo gelan firsendek e 

Ayşe Ozdamar diyar kir ku pêvajoya ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd hatiye destpêkirin, bi taybetî ji bo Tirkiyeyê ji bo Rojhilata Navîn firsendek e û got:"Tenê temaşekirin têrê nake. Pêwîste em daxwazên xwe bi rêxistin bînin ziman. Civakîbûna aştiyê ferz dike ku hemû gel û kedkar ji bo civaka demokratîk têbikoşin. Eger em vê firsendê bi dest bixin, sibeyên bedew li benda me ne. Lê belê teqez divê dewlet gavan biavêje. Di destpêkê de, bi rastî hin tedbîrên hêsan hene ku tewra hewceyê qanûnan jî tune. Mînak; serbestberdana girtiyên nexweş, rakirina mercên tecrîdê û li gorî biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê, berdana gelek girtiyên ku hevserokên berê yên HDP’ê jî di nav de... Lê yê ku dewletê dehf bide ku gav bide avêtin em in."  Mîhran Pîrgîç ev tişt anî ziman:"Eger neteweperestên li dora hikûmetê hewl bidin vê pêvajoyê fêm bikin, em dikarin bi rengekî aştiyane bi pêş ve bibin. Kurd wê bawer nekin ku ev pêvajo wê bi tena serê xwe bi pêş bikeve. Ez welatiyekî Ermenî me. Weke Ermeniyan, em hindikahî, yên din ji xwe niha li Tirkiyeyê ne kêfxweş in. Dibe ku bi başbûna têkiliyên di navbera Kurd û Tirkan de em dikarin hinekî rehetî jî bibînin." 

Servet Pala, pêngavên ku PKK'ê di nava pêvajoyê de avêtiye bi bîr xist û bal kişand ku divê Tirkiye jî gavên şênber û demokratîk bavêje û got:"Biratî û aştî ji bo me hemûyan pêwîst e. Gelê Kurd sed sal in bi pêkanînên antî demokratîk re rû bi rû ye. Ji ber vê yekê, ji bo vê aştiyê divê di demeke herî nêz de gavên şênber werin avêtin. Êdî ne dema xapandina hev e. Divê çareseriya pirsgirêka Kurd û mafên gelê Kurd di bin banê Parlementoyê de bê parastin."

MA/DÊRSIM

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.