Jinên dengbêj li Îzmîrê bûn

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 28 Mijdar 2023 - 00:05

Dengbêj Xalîde ya ku di şeva dengbêjan a Jîn Art Hunerê de cih girt, diyar kir ku li dijî tinehesibandina jinan dê dest ji têkoşînê bernedin.  Jîn Art Hunerê bi wesîleya 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Dijî Tundiya Li Ser Jinan a Navneteweyî li Dêra Azîz Vukolos a li semta Basmane ya girêdayî navçeya Konak a Îzmîrê konserek li dar xist. Dengbêj Xalîde, Mewlude, Îpek, Evîn Sindî û Eylul Nazlier derketin ser dikê. Xelkê eleqeyek mezin nîşanî konserê dan û gelek kesan ji ber cih tinebû konser li ser lingan temaşe kirin. Erkdara organîzasyona Jîn Art Hunerê Mehtap Şahîn a ewilî di konserê de axivî, da zanîn ku tevî şertên hewayê salon hatiye tijekirin û kêfxweşiya xwe anî ziman. Dengbêj Xalîde ya pişt re axivî jî da zanîn ku ew tinehesibandina jinan qebûl nakin û ew ê hem bi fikr û hem jî bi têkoşînê li dijî vê yekê bin. Dengbêj Xalîde her wiha ji bo kesên salonê tijekirin kirin jî kêfxweşiya xwe anî ziman.

ÎZMÎR

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.