- Kampa jinên ciwan a ku her sal jinên ciwan ên Kurd ên li Ewrûpayê tîne cem hev, îsal bi pêşengiya Komîteya Jineolojiyê û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) hate lidarxistin.
Kampa jinên ciwan a ku her sal jinên ciwan ên Kurd ên li Ewrûpayê tîne cem hev, îsal bi pêşengiya Komîteya Jineolojiyê û Jinên Ciwan ên Têkoşer (TekoJIN) hate lidarxistin.
Vê Tîrmehê ji bo bibîranîna “Şehîd Zenda Ekîn” kampa jinên ciwan hate organîzekirin. Jinên ciwan ên ji çar aliyê Ewrûpayê li ser girîngiya welatparêzî û hevrêtiyê li ser zanista jinê, dîroka tevgera jinên Kurd û şerê taybet nîqaş kirin.
Li kampê destdirêjiya pergalên heyî ya li dijî jinan hat nirxandin.
Di daxuyaniya Komîteya Jineolojiyê û Jinên Ciwan ên Têkoşer de hat gotin, "Ji bo parastina Kurdistanê divê em bi mînaka Şehîd Zenda Ekîn û şopandina hêza wê ya têkoşînê çi ji destê me tê, bikin. Divê jinên ciwan bi wêrekî li dijî pergala desthilatdar a baviksalarî û kapîtalîzmê bisekinin. Divê em xwe perwerde bikin, xwe birêxistin bikin û baweriyên jinên ciwan ên beriya me fedekarî kirine, fêm bikin."
NAVENDA NÛÇEYAN