Jinekologa pêşî ya jin: Agnodice

Nûçeyên Çand/Huner

Yekşem 6 Sibat 2022 - 22:02

  • Li cem civakên hişmendiya zilaman di wan de serdest, bipêşketina xebatên jinan zehmet e. Dîrok her tim serketinên zilaman dinivîse. 

Li cem civakên hişmendiya zilaman di wan de serdest, bipêşketina xebatên jinan zehmet e. Dîrok her tim serketinên zilaman dinivîse. Lê li gel vê yekê jî, jin li ber xwe didin û navê xwe dinivîsin di rûpelên dîrokê de.

Yek ji wan jinên têkoşer, Agnodice [Agnodîs bixwîne] e. Ew ji serdema kevnar a Yewnan e.

Agnodice da ku xeyalên xwe pêk bîne, cinsiyeta xwe vedişêre û bi porrê kurt û cilûbergên zilaman, wekî ku zilam be, dest bi fakulteya tibbê dike.

Rojekê li kolanên Atînayê digere û di rê de dibîne ku jinek li ber anîna zarokê ye. Nêzîkî jinê dibe û dixwaze alîkariya wê bike. Lê ji ber ku jin bawer dike ku ew zilamek e, naxwaze alîkariya wê bike. Agnodice mecbûr dimîne ku bedena xwe nîşanî wê bide da ku piştrast bike ku ew jî jin e.

Piştî vê bûyerê hemû jinên li ber zarokanînê, diçin kargeha Agnodiceyê. Doktorên zilam gava dibînin ku nexweşên Agnodice zêde dibin, nerazîbûna xwe nîşan didin.

Piştî demekê, bêbextiya tacîzkirina jinan li Agnodiceyê dikin. Ji ber vê, Agnodice tê dadgehkirin. Dadgeh biryarê dide ku Agndiceyê bi dar ve bike. Piştî biryara dadgehê Agnodice mecbûr dimîne ku li xwe mikûr were û cinsiyeta xwe eşkere bike. Lê ji ber ku doktoriya jinan jî wê serdemê qedexe ye, vê carê jî ji ber vî sûcî dadgeh biryara bidarvekirina wê dide.

Lê seranserê welêt jin nerazîbûnê nîşanî vê biryarê didin. Heta hevjînên siyasetvan û dadgeran jî li ber vê yekê radibin.

Di encamê de dadgeh mecbûr dimîne ku biryara xwe bi paş ve bikişîne. Destûrê didin ku jin bibin doktor, lê bele tenê dikarin bibin jinekolog. Bi berxwedana jinan, gav bi gav deriyên qada tenduristiyê li jinan vedibin.

Agnodice dev ji xeyalên xwe bernade û bi vê berxwedana xwe dibe hêviya jinan.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.