Jin û zarok li hewarê

Nûçeyên Dîaspora

Çarşem 22 Sibat 2023 - 00:50

  • Li Parîsê û derdora wê Înîsîyatîfên Jinan bi dilxwazî heta bi dehhezaran euro alîkarî berhev kirin û ev alîkarî gihandin Roja Sor. Ev înîsiyatîf kampanyaya xwe çalak dewam dikin.    

SELMA AKKAYA / PARÎS

Meclîsên jinan ên di bin banê Tevgera Jinên Kurd a Fransayê (TJK-F) de kar dikin, piştî erdheja 6´ê Sibatê li deverên lê, Înîsiyatîfên Jinan ên kolanan ava kirin. Wan bi van înîsiyatîfan alîkarî ji bo mexdûrên erdhejê berhev kirin. Jinên Kurd ev alîkarî dan saziya Roja Sor a ku ji hevkarên Heyva Sor a Kurdistanê ye û li Fransayê alîkariya insanî berhev dike.

Li Parîs û derdora wê jinan û zarokan bi dilxwazî bi rêya van înîsiyatîfên jinan 40 hezar û 772 euro alîkarî berhev kirin. Bi heman awayî li başûrê Fransayê jî 9 hezar û 700 euro alîkarî hat berhevkirin.

Zarokan 2 hezar euro berhev kir

Li banliyoyên Parîsê Evry û Grignyê,  li sê cihan dezgeh tên danîn. Înîsiyatîf wekî din têkiliyê bi şaredariyan re datînin û diçin serdana çalakiyên li van banliyoyan. Di dawet û civînên li holan de xwarin tê firotin ji bo alîkariya bi mexdûrên erdhejê re. Li banliyoya Parîsê Grignyê, zarokan yekşemê dezgeh ji bo alîkariyê danî û 2 hezar euro alîkarî berhev kir.

Mal bi mal kolan bi kolan

Li banliyoya Villeneuve Saint Georgesê, înîsiyatîf diçe serdana malan û wê li lokala komeleya Kurdan jî dezgeheke daimî daniye. Endamên înîsiyatîfê diçin malên xelkê ne ji Kurdistanê jî û alîkariyê berhev dikin. Li banliyoya Parîsê Drancyê jî jinên Kurd kolan bi kolan bi qutiyên alîkariyê yên Roja Sor geriyan û 2 hezar euro alîkarî berhev kirin. 

Kermes danîn

Li heman deverê, li ser daxwaza mamosteyên dibistaneke amadeyî, li dibistanê bi beşdariya xwendekaran kermesek hat organîzekirin. Ji bo mexdûrên erdhejê malzemeyên lazim li vir hatin berhevkirin. Ev malzeme ji ber buhayê veguheztinê, wê li bazarê bên firotin û dahata wan bi qutiyên alîkariyê yên Roja Sor ji mexdûran re bê şandin. 

Çûn cem dikandaran

Li banliyoya Parîsê Villiers Le Belê, jin derî bi derî geriyan û 4 hezar û 386 euro alîkarî berhevkirin. Ew wekî din diçin cem dikandaran, li stasyonên trênê, kafeyan jî li alîkariya ji bo mexdûran digerin. 

Alîkarî gihandin Roja Sor

Înîsiyatîfa Piştgiriya Jinan a Parîs, li navenda bajêr alîkarî berhev kir. Li cihên çalakiyan, metro û kermesê 9 hezar û 535 euro pere berhev kirin û ev pere dan xebatkarên Roja Sor.

Bi şaredariyan re dipeyîvin

Li Parîsê, jin bi şaredariyan re jî dipeyîvin ji bo ku ew alîkariyê bidin mexdûran. 15 hezar broşûrên hesabên Roja Sor li ser wan hatin belavkirin û li ser vîtrînên dikandaran afîşên kampanyaya alîkariyê ya Roja Sor hatin daliqandin. 

Şeva piştgiriyê

Jin yekşema bihurî li Parîsê civiyan û plansaziya xwe ya kampanyaya alîkariyê ya 15 rojên bê kir. Jinan piştre daxuyaniyek da çapemeniyê û ew ê 25 Sibatê li hola şaredariya Montreuil a Parîsê bi hevkariya saziyên Fransî û CDK-F´ê ji bo piştgiriya bi mexdûrên erdhejê re şevekê organîze bikin. Wan bang li her kesî kir da ku tevlî vê şevê bibin.

Li herêma Normandiyayê bi xwe jinan bi kermes, taştê, firotina berhemên destan û serdana malan 10 hezar euro berhev kirin û dan Roja Sor.



Erîkayê 5 hezar euro berhev kirin

Erika Ueda li Japonyayê muzîka Kurdî çêdike. Wê ji bo mexdûrên erdhejê weşaneke zindî kir û konserek da. Di vê konserê de wê 675 hezar û 300 Yen (yanî 5 hezar euro) alîkarî berhev kir. Beriya konserê wê got, “Min dixwest li Kurdistanê li cem we bim. Lê niha ez tenê wiha bi we re dibim alîkar. Dilê min bi we re ye”.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.