Jin li dij kujerê Hevrîn Xelef derketin
Pêncşem 8 Gulan 2025 - 03:15
Jinan tayînkirina çete Hatim Ebû Şeqra wek fermandarê komeke leşkerî şermezar kir û gotin:"Li şûna hesab ji sûcdarên şer bê pirsîn, tên tayînkirin."
Desthilata Şamê çete Ehmed El Hayis (Hatim Ebû Şeqra) ku navê wî di lîsteya cezayên Amerîkayê de ye, ji bo fermandariya Firqeya 86’an tayîn kir. Ebû Şeqra ku serçeteyê koma Ehrar El Şerqiye ye, di Cotmeha 2019’an sekretera giştî ya Partiya Sûriya Pêşerojê Hevrîn Xelef û ajokar Ferhad Remedan şehîd xistibûn.
Jinên ji bajarê Çilaxa ya kantona Cizîrê der barê tayînkirina çete Hatim Ebû Şeqra de axivîn.
Huda Elî biryara tayînkirina çete Hatim Ebû Şeqra bi tundî şermezar kir û diyar kir ku li şûna hesab ji sûcdarên şer bê pirsîn, tên tayînkirin.
Etiye Hacî bi bîr xist ku dîroka çeteyên Ehrar El Şerqiye û serçete Hatim Ebû Şeqra bi sûc, talankirin, komkujî bi taybetî yên li dijî jinan dagirtî ye û got: "Tayînkirîna kesên ku dîroka wan bi sûcan dagirtî ye bo pileyeke leşkerî tê wateya kûrkirina aloziya Sûriyeyê. Her wiha niyeteke zelal a domandina binpêkirinên li dijî sivîlan e."
Sara Ehmed jî anî ziman ku tayînkirina çete wek fermandarê komekê tehdîdeke rasterast a li ser jinên sûriyeyî ye û dihêle ku sûcdar bêyî hesabpirsîn sûcên xwe bidomînin.
ANHA/QAMIŞLO