‘Divê bêne darezandin’

Şemî 31 Tîrmeh 2021 - 03:06

  • QSD sepandina cezayê li ser çeteyên Ehrar El Şerqiye ya Wezareta Xezîneyê ya DYE’yê gavek erênî nirxand. QSD’ê  got, çeteyên ku biryara sepandinê lê hatine birîn, divê li dadgehê navneteweyî bên darezandin.

 

Daxuyaniya QSD’ê wiha ye: “Wezareta Xezîneyê ya Emerîkayê cezayên nû li dijî sazî û kesayetên Sûrî birî. Koma Ehrar El-Şerqiye ya ku Tirkiyê desteka wê dike di nav van cezayan de ye. Koma navborî sûcên şer û binpêkirinên hovane ku hatine belgekirin pêk anîne. Vê komê endamên rêxistina DAÎŞ a terorîst tevlî xwe kirine, ev yek di raporên navneteweyî û herêmî yên berê de hatiye piştrastkirin.

Biryareke erênî ye

Em Hêzên Sûriya Demokratîk di demekê de ku vê biryarê erênî dinirxînin.  Dîroka Ehrar El-Şerqiye bi sûcan dagirtî ye, nexasim li Efrîn, Girê Spî û Serêkaniyê. Çeteyên Ehrar El-Şerqiye siyasetmedar Hevrîn Xelef û gelek kadroyên tenduristî û sivîl qetil kirin. Lewre, rûxmî girîngiya tedbîrên Emerîkayê yên dawî li dijî koma Ehrar El-Şerqiy ya teror jî, lê em dibînin ku asta tundiya sûcên vê komê bi tevgereke lezgîn a navneteweyî ya giştî heye ku nîşane û belgeyan ji qurbaniyan kom bikin û li wan guhdar bikin û dest bi tedbîrên qanûnî bikin, da ku serçeteyên wê komê û endamên wê rakin dadgehên navneteweyî.” 

HESEKÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.