- Yekitiya Jinên Ciwan Pirtûkxaneya Şehîd Ronahî Yekta ya xwendinê li Parka Şehîd Hevrîn Xelef a bajarê Reqayê vekir. Di merasîma vekirinê de jinên ciwan û endamên rêxistinên jinan beşdar bûn.
Di çalakiyê de rêvebera Nivîsgeha Jinan a Desteya Ciwanan û Werzîşê ya Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bixêrhatina beşdaran kir û diyar kir ku ev pirtûkxane ji bo bîranîna şehîd Ronahî Yekta hat vekirin.
Di pirtûkxaneyê de nêzî 300 pirtûk hene. Piraniya wan ên Rêber Abdullah Ocalan û yên li ser şehîdên azadiyê ne. Di dawiya merasîmê de koma Tevgera Çanda Jinên Hîlala Zêrîn berhemên hunerî pêşkêş kirin.
Fermandara Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) Ronahî Yekta (Arşîn Hisên) di 25'ê Kanûna 2024'an de di berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de şehîd bû. ANHA/REQA