Li Fransayê Meclîsa Şaredariyê ya Lyonê navê siyasetmedara Kurd Hevrîn Xelef da meydanekê. Hate ragihandin meydan 12’ê Îlonê wê ji hêla Şaredar Gregort Ducet ve were vekirin.
Meclîsa Şaredariyê ya Lyonê beriya Havînê 8'ê Tîrmehê di civîna dawî de pejirand ku navê meydanê ya li qada ber bi garaja berê ya Cîtroenê ve ya li taxa Guîllotîêreyê bikin Hevrîn Xelef.
Meydana ku navê wê Xelef hatiye danîn di navbeyna kuçeya Salomon Reînach û kuçeya Marseîlleyê de ye.
Hevrîn Xelef a 15'ê Mijdara 1984'an jidayik bûye, 12'ê Cotmeha 2019'an li nêzî Girê Spî ji hêla çeteyên Tirk ve hat kuştin. Xelef endama desteya rêveber a Meclîsa Demokratîk a Sûrî û Sekretera Giştî ya Partiya Dahatuyê ya Sûrî bû.
LYON