Jin jiyana dixwazin dihûnin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Pêncşem 12 Kanûn 2024 - 00:58

Li navçeya Peyas a Amedê bi armanca jin di her qadê de tevli jiyanê bidin Sûka Hanimeller a Peyasê hat avakirin. Jin bi saya vê sûkê tevli hêza kar dibin. Sûk ji 42 bufeyê, atolyeyên pîşeyê yên jin û zarokan ava dibe. Di bufeyan de berhemên keda destê jinan, xwarinên malê, tekstîl û zucaciye hene. Di atolyeyên pîşeyî de qursên nexş û dirûn, pastevanî, aşpêjî hene û ji bo zarokan jî rusên muzîk, jîmnastîk, dans, drama û zanistê hene. Jinan diyar kirin ku ev sûk wan pêş dixîne û divê li bajar ev projeyên wisa hîn zêdetir bikevin jiyanê.

Min ji tiştên biçûk destpêkir 

Nezahat Tankut ku li sûkê borek û kurabiyeyan çêdike û difroşe wiha got:“Ez 8 salan li Wanê xebitîm. Ji ber karê hevjînê min em çûn Enqereyê. 18 salan li wir jiyam. Her tim xeyala min bû vegerim herêma xwe. Min digot biçim wir bila xaniyekî min hebe. Em ewil çûn Mêrdînê piştre hatin vir. Min got divê ez tiştekî bikim li ser piyên xwe bisekinim.Min ji ser înstagramê kutilk, manti difrot. Me sîparîş digirtin. Min ewil ji tiştên biçûk dest pê kir.” Nezahat Tankut da xuyakirin ku bi gavên biçûk dest bi vekirina bufeyê kiriye û got:“4 sal berê min sûkek wisa bihist. Li Sûkê 42 bufe û 42 esnafên jin hebûn. Ez çûm şaredariyê min serlêdan kir. Bi kurayê ev der dan min. Min cemedankek biçûk girt. Min çaydanek girt. Min bi wan dest pê kir. Roj bi roj me qezenc kir û min bufeya xwe pêş ve bir. Eleqe ji bo berhemên me mezinin. Em jî kêfxweş dibin. Em jin piştgiriyê li vir didin hev.”

Eleqe mezin e 

Jina bi navê Zehra Demîralp jî li Sûka Hanimeller dixebite û wiha got:“4 sal berê bi hevkariya xwişka min min dest bi çêkirina ristinê kir. Min çente çêkirin. Bi hevkariya hevalekê hatim vir. Ew jî berê li vir bû. Min mereq kir û em hatin. Karê min kedek mezin dixwaze. Ez bi hewldanek mezin hatim vê nokteyê. Ewil hevjînê min pisgirêk derxistin. Nedixwest ez bixebitim. Lê min dest jê berneda û heta îro hatim. Her wiha karê min û berhemên min eleqeyek mezin dibîne. Ger pirsgirêkek çênebe ez dixwazim di vî alî de dersê bidim.”

JINNEWS/PELŞÎN ÇETÎNKAYA

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.