Jin bi xwe debara xwe dikin

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 20 Çile 2024 - 03:52

Elmas Ehmed bi vekirina xwaringeheke Kurdî bûye xwediyê kar û ji bo gelek jinên din jî derfetên kar peyda kiriye.

Elmas Ehmed, jineke 47 salî û dayika 5 zarokan e, li bajarokê Sîtekê yê Silêmaniyê kar dike da ku debara xwe û malbata xwe bike. Ji sala 2019’an ve bi alîkariya malbata xwe xwaringeheke çandî vekiriye û ji ber hezkirina dayika xwe navê ‘Xatû Ronahî’ lê kiriye. Tevî ku Elmas bûye xwediya karê xwe û debara malbata xwe dike, di heman demê de ji bo jinên din jî derfetên kar ava kir. Li xwaringeha Elmas Ehmed her roj gelek xwarinên gelêrî yên Kurdî li gor demsalê peyda dibin, ji wan serûpê, kifte, qerexerman, goştê qazê, goştê dîk û gelek xwarinên Kurdî yên din. Ev pîşe ji bo Elmas Ehmed bûye eşq û got; “Ez ji çêkirina xwarinên çandî û kurdî hez dikim, ji ber vê yekê min biryar da ku debara jiyana xwe û hewesa xwe bikim. Em hemû girîngiyê didin paqijiyê û hemû xwarinên gelêrî yên Kurdî pêşkêşî mişteriyan dikin. Em jî bi xwe mirîşk û sewalên xwe xwedî dikin.” Esma Teha jî yek ji keçên Elmas Ehmed e û beşa zimanê Îngilîzî qedandiye. Lê ji ber bêplaniya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û bêkariyê di sala 2019’yan de bi hevkariya dayîk û malbata xwe xwaringeheke çandî li bajarokê Sîtekê yê parêzgeha Silêmaniyê vekir.

ROJNEWS/SILÊMANÎ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.