Ji zehmetiyê ber bi piştevaniyê

Nûçeyên Jiyan/Civak

Çarşem 29 Mijdar 2023 - 00:49

PELŞÎN ÇETÎNKAYA / JINNEWS / AMED

Xezal a ku di 13-14 saliya xwe de ji ber zehmetiyên aborî dest bi kar kiriye. Xezalê ku di temenê xwe yê biçûk de hem dixebitî û hem jî perwerde didît piştî ku bavê wê jiyana xwe ji dest dide ji neçarî dest ji dibistanê berdide. Xezala ku di temenê xwe yê biçûk de di karê tekstîlê de xebitiye got:“Min herdem xeyal dikir ku wê rojekê rewşa me baş bibe û ez ê ji nû de biçim dibistanê dikir. Piştî demeke dirêj min xwe li lîseyeke ku bikaribim ji derve de bixwînim qeyd kir. Ez hem xebitîm û hem jî min xwend. Tevî ku me gelek hewl da jî, mêr serdest dihatin hesibandin. Di nava pergalê de tundî li jinan tê kirin û ev tundî ne tenê fizîkî ye, li hemû cîhanê tundiya li ser jinê gelek zêde ye."

Me kooperatîfek ava kir

Xezal piştî 20 salan di tekstîlê de xebitî, 3 salan li Stenbolê perwerdeya modelîstiyê dîtiye, piştî perwerdeyê hatiye Amedê. Xezalê anî ziman ku xeyala  wê bû ku bi xwişka xwe re kargehekê veke û got:“Dema ku ez li Amedê bûm, min hevalek jin nas kir. Min hinekî jê re qala xeyala xwe kir. Ew jî bi pêşniyara karekî hatibû cem min. Bi rastî, pêşniyara karê wê bersiva xeyala min bû. Wê anî ziman ku ew dixwazin bi hev re bibin yek û kooperatîfeke jinan ava bikin. Ez bi vê yekê kêfxweş bûm." Xezalê diyar kir qadeke wan a piştevaniya jinan heye got:"Em hemû hurmetê ji fikrên hev re digirin, hevdû baştir fam dikin. Yek hêza xwe li ser ya din naceribîne, wekheviya hêzê pêk tê. Em bi xwe wê hildiberînin, ji ber vê yekê berhemên orjînal derdikevin holê". Xezalê diyar kir ku kesên bi gotinan hewl didan zilmê li wî bikin roj bi roj mecbûr man ku wê qebûl bikin:“Dema ku min karê xwe berdewam kir, ez hinekî ji aliyê derdora xwe ve jî hatim qebûlkirin. Ez dibêjim bi xebata ku em dikin û em bikin em dikarin hişmendiya civakê ya li hemberî xwe têk bibin."

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.