Li dijî DITIB´ê kampanyaya îmzeyan

Nûçeyên Dîaspora

Şemî 15 Nîsan 2023 - 05:35

Tevî hewldanên gelek aliyên civakî yên xelkê bajarê Elmanyayê Wuppertalê jî, meclîsa şaredariyê projeya mizgefta nû ya DITIB´ê li cihê bi navê Gathe ku  Autonome Zentrum jî lê bû, 6´ê Adara bihurî erê kir.

Li ser vê yekê aliyên civaka sivîl û aktîvîstên civakî û siyasî yên bajêr dabûn zanîn ku ew ê kampanyayeke îmzeyan bidin destpêkirin ji bo astengkirina avakirina projeya DITIB´ê. Niha kampanyayê fermî dest pê kir û wê heta 10´ê Hezîrana 2023´yan îmze bên berhevkirin. Yekîtiya bi navê “Gathe ji bo her kesî! Li dijî #DITIBkirin û #Erdogankirina dinyayê” kampanya ragihand û ji xelkê bajêr xwest di kampanyayê de cihê xwe bi îmzeyên xwe bigirin.

Armanca vê kampanyayê ew e ku li semta Elberfeld a bajêr li ser avakirina projeya DITIB´ê referandûm çêbe û bi vê referandûmê avakirina projeya DITIB´ê bê astengkirin.

Di metna kampanyayê de hilweşandina avahiya Autonome Zentrum û li şûna wê avakirina mizgeft û avahiyên din ên DITIB´ê hatiye rexnekirin û weke biryareke şaş a meclîsa şaredariyê ya bajêr hatiye binavkirin. Di metnê de tê bibîrxistin ku DITIB ser bi hikûmeta Erdogan ve ye û di encama siyaseta Erdogan a şer de nexasim jî “li Tirkiyeyê û Bakurê Sûriyê” mirov êş û azarê dikişînin.

Di metna kampanyayê de daxwaz wiha hatine îfadekirin: “Em dixwazin, bêzerar nîşandana li bajêr a DITIB´ê û destekkiirna wê bi dawî bibe. Em naxwazin ku mizgefta DITIB´ê ya li Elberfeldê tesîra xwe zêdetir bike. Ji ber vê yekê em avakirina mizgefta DITIB´ê ya nû û navenda civakî ua DITIB´ê li Gatheyê red dikin.”

WUPPERTAL

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.