Wehîbeyê xewna xwe kire rastî

Nûçeyên Jiyan/Civak

Şemî 9 Îlon 2023 - 00:20

SÎBELCAN SELMAN / ANHA / HESEKÊ

Wehîbe Îsa (55) ya ji gundê Qelan ê navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê, dayika 4 xort û 4 keçan e. Ji bo pêkanîna xewna xwe ya zaroketiyê – nivîsandina helbestan bi zimanê Kurdî – kedek mezin dide.

Şoreşa 19'ê Tîrmeha 2012'an a ku ji Kobanê dest pê kiriye û li seranserî Rojavayê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû, derfeteke mezin da Wehîbe ku dest bi fêrbûna nivîsîn û xwendina bi zimanê Kurdî û nivîsandina helbestên bi zimanê Kurdî bike. Her wiha gotinên pêşiyan ên Kurdî yên ku dayika Wehîbe berê ji cîranan re vedigotin, bala Wehîbe dikişand û ji wir çîroka wê dest pê kir û xwest rêya dayika xwe bişopîne û bibe helbestvan.

Wehîbe Îsa xwendina xwe ya amadehî bi dawî kir û bi destpêka şoreşê re ew ji jinên pêşîn bû yên ku dest bi fêrbûna zimanê Kurdî kirine. Wehîbe tevlî Saziya Zimanê Kurdî (SZK) bû û dest bi fêrbûnê kir. Wehîbe destnîşan kir ku wê nikarîbû pirtûkên Kurdî bixwenda, lê belê hevjînê wê pirtûk û kovarên bi zimanê Kurdî jê re dianîn û hêdî hêdî xwe bi pêş xist û armanca xwe pêk anî.

Wextê xwe bi tiştî kêrhatî derbas bikin

Piştî demeke dirêj û kedeke mezin, Wehîbe Îsa xewna xwe pêk anî. Di dawiya meha Tîrmeha îsal de û piştî ku wê erêkirina Yekitiya Rewşenbîran a Herêma Cizîrê, yekemîn dîwana xwe bi zimanê Kurdî bi navnîşan "Êş û kul ji kaniya dil e" çap kir û di wê dîwanê de 58 helbest  di 114 rûpelan de hene, çapa yekem 100 pirtûk in. Wehîbe ji hemû jinan hêvî dike ku dema xwe li tiştên nebikêrhatî winda nekin û xwe di hemû qadan de îsbat bikin ji ber ku şoreş, şoreşa jinan e.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.