Zanîngeha Rojava ya li Qamişloyê ji 3’ê Gulanê “Festîvala Biharê ya Xewgehan a Yekem” li dar dixe. Festîvala Zanîngeha Rojava wê sê rojan dewam bike, yanî îro û sibe jî.
Di nav sê rojan de dê bernameyên cur bi cur werin lidarxistin. Di roja yekem a festîvalê de pêşbirka werzîşî û pêşbirkên çandî werin lidarxistin û her wiha dê serdana xewgehan jî were kirin.
Di roja diduyan de jî pêşbirkên helbest, muzîk û stranbêjiyê wê werin lidarxistin. Di roja sêyem a festîvalê de jî dê pêşbirkên xwarinpehtinê werin lidarxistin.
Çalakiyên festîvalê doh 16:00’an dest pê kirin. Çalakiyên îro jî wê saet 16:00´an û sibe jî dê pêşbirk saet 09:00’an de dest pê bikin.
Cihê pêşbirkan jî Navenda Zanîngehê ya li taxa Hilêliyê ye.
QAMIŞLO