Ji xeynî bê tiştekî min tine bû

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 14 Cotmeh 2021 - 01:30

“Min bi vê albumê di navbera xwe û çemî de diyalogek ava kir. Em êşên xwe ji hev re dibêjin. Her wiha Asî rewşa min a penabertiyê jî tîne ziman. Helbestvan Mehmûd Derwîş di helbesta xwe ya ji bo Kurdan de nivîsiye, ‘Kurd tiştekî xwe tine ji bê pê ve’ ji bo min jî heman tişt lê bû, ji xeynî bê tiştekî min tine bû.” 

ARDÎN DÎREN

Di nav muzîkjenên Kurd de yên ku enstrûmana bizqê dijenin gelek in. Mihemed Şêxo û Seîd Yûsiv di vî warî de du kesên şareza û navdar in. Lê ez dibêjim navê hunermendê Kurd Salah Ammo jî li kêleka van her du hunermendan dê xweş bisekine û li gorî min ew vî cihî heq jî dike. Ew muzîkjenekî afirîner e û bi bizqa xwe dibe dengê şaristaniyên qedîm ên Rojava. Helbet tenê ne Rojava, her wiha ew xwe li çand û cûreyên muzîkê yên dinyayê jî diqulibîne û muzîkeke xweş ava dike. Ji bo muzîkê îcra bike ew bi çend projeyan di warê muzîkê de dixebite û şêwazên cihê diceribîne. Salah Ammo Quartet, Dabke Dîlan û Grûba muzîkê ya Joussour (Pir) çend projeyên wî ne ku ew bi xwe jî tê de cih digire û wê bi rê ve dibe. 

Ji sazbendiyê ber bi mamostetiya muzîkê

Salah Ammo sala 1978’an, li Dirbêsiyê li Rojavayê Kurdistanê tê dinyayê. Ew di nav gelên Kurd, Ereb, Suryan, Ermen û Asûrî de mezin dibe û di bin bandora muzîk û çanda van xelkan de dimîne. Ew di ciwaniya xwe de diçe tax û kolanan û li wir di dawet û şahiyan de li bizqê dixe û sazbendiyê dike. Dilê wî bi muzîkê ve ye û dixwaze muzîkê bixwîne. Ji lewma berê xwe dide Şamê da ku li wir muzîkê bixwîne û di vî warî de bi pêş bikeve. Destpêkê, ew li ber destê mamosteyekî muzîkê perwerde dibe û paşê jî xwe li zanîngehê qeyd dike. Sala 2004’an ji “Înstîtûya muzîkê ya bilind” ango konservatuwara Şamê mezûn dibe. Piştî zanîngehê diqedîne, ew demekê li zanîngeha Humsê wek akademisyen jî dixebite û mamostetiya muzîkê dike. Di ber mamostetiyê re jî karê bestekariyê û denbêjiyê bi rê ve dibe. Her hiwa ew muzîka Erebî jî ji nêz ve nas dike û li Ewrûpayê jî beşdarî kargeh û konseran dibe.

Joussour dibe pirek

Salah Ammo, sala 2007’an komeke bi navê “Joussour” ava dike. Ew bi vê komê dixwaze di navbera muzîk û dengbêjiyê de pirekê ava bike. Ji xwe peyva “Joussour (Cisr)” jî bi zimanê Erebî tê maneya pirê. Ammo, dixwaze muzîka gelên Mezopotamyayê yên di navbera çemê Dîcle û Feratê de bi riya vê komê ji nûve bifesilîne ango bi gewde bike. Kesên di vê komê de cih digirin Kurd, Suryan, Ereb û Ermen in. Ev kom bi gelek zimanan stranan dibêje û muzîkeke balkêş û xweş pêşkeşî mirovan dike. Piştî demekê ev kom pirr deng dide, nexasim li hêla Rojavayê Kurdistanê û welatên Ereb tê naskirin. Kom sala 2009’an li bajarê Ermenîstanê Vandazorê bû koma herî serketî ya muzîkê û xelata herî baş girt. Ev kom hîna jî heye û xebatên xwe didomîne. 

Ez û Asî em behsa êşên xwe dikin

Salah Ammo sala 2010’an de albuma xwe ya bi navê “Bayê Sibê” dedixe. Her 10 stranên di albumê de bi Kurdî ne. Sala 2011’an jî ji welatê Misrê xelateke hunerî distîne û ev xelat mafê tomarkirina albumeke muzîkê ya nû ye. Ew tevî koma “Joussour” albuma bi navê “Places and Directions” (Cih û Alî) derdixin. Salah Ammo di vê albuma xwe de jî hem sazbend, hem dengbêj û hem danerê muzîkê ye û bi ser de jî wî derhêneriya hunerî ya albumê jî kiriye. Ew heri dawî di sala 2014’an de jî albuma bi navê “Assî” derdixe. Album ji neh stranên Kurdî û Erebî pêk tên. Salah Ammo ji bo albuma xwe ya “Assî” dibêje, “Çemekî pirr xweşik e Asî, ew di ber bajarê Hama’yê re derbas dibe. Vî bajarî sala 1980’yî li hember rejîmê dengê xwe bilind kir. Piştî serhildanê hêzên hikûmeta Sûriye gelek kes kuştin û laşê wan avêtin vî çemî.

Min bi vê albumê di navbera xwe û çemî de diyalogek ava kir. Em êşên xwe ji hev re dibêjin. Ez wek insan êşa xwe û ew jî wek çemekî êşa gelên Sûriye dibêje. Her wiha Asî rewşa min ya penabertiyê jî tîne ziman. Helbestvan Mehmûd Derwîş di helbesta xwe de -ya ku ji bo Kurdan nivîsiye- dibêje, ‘Kurd tiştekî xwe tine ji bê pê ve’...ji bo min jî heman tişt lê bû, ji xeynî bê tiştekî min tine bû.” 

Ji bo film û şanoyê jî muzîk çêkirine

Salah Ammo gava welatê xwe diterikîne û dibe penaber êdî tenê baholek û bizqa wî heye. Wekî din wek ku ew jî dibêje, ji bê pê ve tiştekî wî tine ye! Sala 2013’an li paytexta Awusturyayê Vîyanayê bi cih dibe û li wir xebatên xwe yên hunerî didomîne. Ew û muzîkjenê Awusturyayî Pater Gabis bi hev re karên hevpar dikin. Pater Gabis jî di warê perkusyon înstrûmana hangê de serketî ye û di gelek konseran de bi Salah Ammo re derketiye ser dikê. Salah Ammo sala 2014’an di lîsteya “Austrian World Music Award” de ya ku yek ji xelatên herî girîng a cîhanê ye, cih digire. Li gorî rapora salane ya 2016’an a Viyanayê, Salah Ammo di asta muzîka cîhanê de li Awusturyayê kesê herî naskirî tê qebûlkirin. 

Salah Ammo ji bilî çêkirina stranan çi bi zimanê Erebî û çi jî bi zimanê Kurdî wî ji bo filman û şanoyê jî muzîk çêkiriye.

Wî muzîka filma “Taxisiya Şamê” ya derhêner Alfoz Tencûr çêkiriye. Ji bo belgefilmên “Al Jazeera Documentary” jî xebitiye û muzîk çêkirine. Ji bo şanoya “Bisat Ehmedî” ya derhêner Hekîm Merzûqî jî muzîk çêkiriye. Ev şano li Sûriye û festîvala Qartaca ya Tûnisê hatiye pêşkeşkirin. 

Dabke Dîlan, min vedigerîne zarokatiyê

Dabke Dîlan yek ji projeyên Salah Ammo yên dîlanê ye. Ew bi vê projeya xwe dixwaze serhatiyên zarokatiyê û ciwaniyê tim li bîra wî bin û her wiha dixwaze mirov bi muzîkê wextekî xweş derbas bikin. Ew ji bo vê projeyê dibêje, “Gava mi li bizqê dixist û digot li Sûriye muzîk û stranên Kurdî qedexe bûn. Tenê me dikaribû li dawetan û li hin şahiyên nav kolanan muzîka xwe îcra bikira. Gelek kes dihatin, di van şahiyan de dîlan digirtin. Bi saya melodî û rîtmên dansê min hest û enerjiya xwe bi mirovan re parve dikir. Di van dawetan de bêhtir bizq û klavye (org) hebû, wekî din zirne, derbûqe (teblik) û kemaçe jî hebû. Muzîka elektronîk û dans her tim wan şahiyan tîne bîra min, wan şahiyên ku mirovan bi awayekî azad hestên xwe dianîn ziman û xwe azad hîs dikirin. Ez bi projeya xwe ya ‘Dabke Dîlan’ dixwazim vegerim zarokatiya xwe ya li Rojavayê Kurdistanê. Gava mirov dîlanê digirin, ez wan hestên kûr di çavên wan de dibînim. Niha jî min ev çand anî Awusturya û Ewrûpayê. Bi kurtasî Dabke Dîlan bingeha xwe ji vê serhatiya min digire.”

Festîvalên beşdar bûye

Salah Ammo li Rojhilta Navîn û Ewrûpayê beşdarî gelek festîvalan bûye. Çend festîvalên ku ew beşdar bûye wiha ne; Festîvala “Images of the Middle East” ya Danîmarkê, festîvala “Almedîne” ya Tûnisê, Şanoya Navenda Çandê ya Misrê li Qahîreyê, li paytexta Sûriyê Şamê “Mala Operayê”, Muzexaneya Niştimanî û Mala Hunerê ango “Art House”, li Şanoya Qeter a Niştimanî, li Skenderiyê li Şanoya Seyîd Dewîş-Operaya Skenderiyê, li Yerîvanê li Hola Arno

Babacanyan û di kongreya muzîka Erebî ya 19’an de konser dane. 

Ew li Vîyanayê jî li şanoya “Wiener Konzerthaus” û “Muzexaneya Gelan, Progy & Bess” û “Musikverein” konser organîze kirine. Wekî din li Brîtanyayê li “Wales Millennium Centre” jî konserek daye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.