Ji Weşanxaneya Lîsê pirtûkeke nû

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 30 Adar 2021 - 00:05

Nivîskar Eyşana Beravî, vê carê bi pirtûka xwe ya nû ya bi navê “Bihuşta Xezalan” derdikeve pêşberî xwînerên xwe. Pirtûka Bihuşta Xezalan, romana Beravî ya duyemîn e. Beravî, beriya vê romanê bi pirtûka “Ya Ba Ye Ya Baran e” dihate naskirin ku ew jî roman bû. 

Bihûşta Xezalan hefteya bihurî ji Weşanxaneya Lîsê derket. Kesên bixwazin dikarin bi riya Lîsê û her wiha bi riya înternetê xwe bigihînin pirtûkê.

Li gorî nivîsa bergê paşî, pirtûk bi riya lehengê xwe me dikişîne ber bi xwezayê ve. Li bergê dawî yê pirtûka Bihuşta Xezalan wiha tê nivîsandin, “Bihuşta Xezalan, di wê bîr û bawerîyê de ye ku evîn ne hesteke li gorî dinyaya rastîn e. Lewma berê evîndaran ji dinyaya rastîn ber bi yeke din vê hêl dibe. Eynî wekî dinyayeke bi sêhr a xeberoşkan, lehengê romanê di nav bihuştekê de bi xwezayê re hol dibe. Evîna xwezayê, a qencî û xerabîyê, a dilsozî û bêbextîyê, a hêz û bawerîyê giş bi hev re mehîyane.”

AMED

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.