Romana bi navê “Term” a Hisên Kemal ji Weşanxaneya Wardozê derket. Ev pirtûk romana Hisên Kemal a yekemîn e û bergê pirtûkê jî hêla Rêdî Seîd ve hatiye xêzkirin.
Weşanxaneya Wardozê romana “Term” wiha dide nasîn; “Term, bi ziman, honak û mijara xwe, di nava romanên kurdî da xwedî cihekî taybet e. Neynika jiyana civaka kurdan e, ew civaka ku tevî hemû nakokî û serêşîyên xwe ji gundan ber bi bajaran digindire, difelişe. Bi hûrgilîyên xwe, bi vegotina xwe ya xweser û bêalî, bi tatêla xwe ya zindî, Term ji serî heta dawî we ber bi bablîsoka xwe ve dikişîne...”
NAVENDA NÛÇEYAN