Hunermendên TEV ÇAND Ewrûpa di çerçoveya pêngava “Ji Abdullah Ocalan re azadî ji pirsgirêka Kurd re çareseriya siyasî” û ji bo meşa ku wê di 16 Mijdarê de li Koln ê pêk bê straneke nû ya bi navê “Li qadan e” çêkir.
TEV ÇAND Ewropa daxuyand ku bi dirûşmeya “Ji bo azadiyê hunera azad” straneke nû amade kirine û got: “Heya niha bi gelek çalakiyên hunerî ûçandî yên cuda em beşdarî pêngava azadiyê ya cîhanî bûn. Stran di naveroka xwe de bahsa girêdana gelê Kurd bi Rêber Apo re dike. Her wiha bahsa fedekarî û çalakbûna wî û bi taybetî di van hefteyên dawî de ku li hemberî siyaseta qirkirinê rojane li qadan e, dike.”
ANF