Ji romanê çîrokeke din

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 5 Çile 2021 - 01:20

  • Isobella Ouzman ji romanên berghişk ên avêtî berhemên hunerî diafirîne. Ew ji bilî çîroka wan romanan, çîrokên wêneyên di xeyalê xwe de dibêje. Ji xwe re dibêje, mulahim e, lê ji xeyalên xwe re dibêje, kovî ne. 

Ji xwe re dibêje, "Ez hunermendeke kaxezê me". Di rastiyê de ew şêwekareke pirr alî ye. Bi her halî ew li gunehê xwe yê mezin jî mikur tê: "Ez heyranê kitêban im." Ez behsa Isobelle Ouzman dikim. Ew şêwekarek e, lê ne ji adetê ye. Ev hunermenda ku ji 2004´an ve li Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê (DYE) dimîne, bi kolan û verotina kitêban hunerê xwe dike.

Mirovî dibe nava daristanekê ku li dawiya wê roniyeke heye, yan jî xezal yan jî gakoviyekî guhê xwe li me bel dikin em dibînin di nava wê kitêbê de. Ew şêwekariyeke sê alî (dîmensiyonî) dike. Yanî erê ew li ser kaxezê bi 2 dimensoyonan dişixule, lê pel bi pel pê dadikeve di nava kitêbekê de û pê wê berhema 3 dîmensiyonî çêdike.  

Bi van berhemên xwe, ew dibêje, "Min romanên kevin ên berghişk restore dikirin. Di nava salekê de ez pê hisiyam ku ez dikarim wan biverojim da ku çîrokên xwe bibêjim. Û ji hingê ve awira min her li ser wan e. "

Ew hîna zarok ji Ingilîstanê koçberî DYE´yê dibe. Di dema elimandina wî welatê nû, ew dixwîne. Ji ber wê ew îro jî hez ji xwendina kitêban dike. Ew xwendina romanan weke gereke li welatan dibîne û dibêje, ew hîna jî heyrana gera li welatan e. 

Hunermendeke serketî ya gerok

Encama vê gera wê ya li welatên romanan, berhemên wê yên fewqelade ne. Bi pirranî jî ew li daristanan e yan jî illeh di nava xwezayê de ye. Tarî û taristana daristanê û ew belekiyên gewristanê jî bûne weke semboleke hunerê wê. 
Axir heta niha berhemên wê li galeriyên weke Ghost Gallery û Urban Light Studios, mekanên pêşangehan ên weke Hi-Fructose, Atlas Obscura û My Modern Met hatine nîşandan. 

Lê ji bilî vê jî ew resamiyê dike, nexasim jî weke hevkara projeyekê. 

Ez ê timî girtiyê çîrokên xwe bim

Ji bo berhemên xwe yên dawî ku di nava sala 2020´an de bi wan daketiye, ew dibêje, di rewşên dijwar û krîzê de wê hewl daye berê xwe bide tiştekî din, berhemekê biafirîne. 

Axir wê, Cotmehê berê xwe da kitêbeke kevin û dest bi verotin û rengandina wê kir. "Min dît tevahiya Cotmehê bi kitêbeke kevin daketime. Hema hema hîç nefikirîm. Bi mehan [beriya wê] ez di nava guhertinên mezin de bûm. Lê belê ez [dawiyê] pê hisiyam ku bi çêkirina van kitêbên guherandî aramiyê dide min. Ez wisa dihizirim ku ez ê timî girtiyê çîrokên xwe bim."

Piştî bi dawîkirina berhemê dawiya sala bihurî jî wê, dê rêwîtiya xwe dewam bikira, yanî ji Seattleê bar dike û diçe. Halê hazir ew li derfetên dersdayîna online digere ji bo hînkirina guherandina kitêban.  

Ji bo bêhtir agahî û nimûneyên ji hunerê wê hûn dikarin li vê malperê binihêrin: https://isobelleouzman.com/

Jiyaneke nû didim kitêbên kevin* 

Hîna sala 2012´an bû. Gava ku ez li rêyeke nas a Seattlê re dibihurîm, min qutiyeke tije ji romanên berghişk dît, danîbûn ber çopa mezin a taxê. Min rahişt yekê ji wan, li kitêban nihêrî û wisa hizirîm: "Çima van diavêjin, ez dikarim wan ji bo tiştekî bi kar bînim."

Piştî bi sê salan, va ye ez li vir im. Min xwe li gelek romanên min li ser rêyan yan jî li dikanên destgirtîbûnê dîtin, ceriband. Gelek şevan hîç ranezam, bi ser maseya xwe de tewiyam. Bi anîşkên xwe ve zeliqîm. Tiliyên min ji ber bêkêriya min bi kêra min a hunerê birîn bûn. Û ev hemû jî diqewimî ji ber evîna min a ji bo vejandina tiştekî avêtî.

Min kelecana xwe ji bo xweza û çîrokên gelêrî dirijînim her rûpelê ez li ser dixebitim, bi hêviya ku hinek efsûn û sêhrê biafirînim. Ez têra xwe efendî û sernerm im, lê xeyala min kovî ye, dike xirûcir. Û ev kitêb tijî peyv in ku destûrê didin min ez behsa wan wêneyan bikim ku di nava hişê min de li ba dikevin her roj.

* Isobella Ouzman sala 2016´an ji bo malpera https://www.boredpanda.com ev nivîsa hanê nivîsiye.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.