- Parêzer Jan Fermon: Bi ya min meydanek heye, ji bo jinûvedestpêkirina minaqeşeyê li Elmanyayê, ji ber ku argumana xala 3´yê ya Peymana Cenevre ji bo PKK´ê jî lê ye, li dadgeheke Elman ti carî nehatiye minaqeşekirin. Jan Fermon dibêje argumanên wan dikarin li Elmanyayê jî bên minaqeşekirin.
LUQMAN GULDIVÊ
Li Elmanyayê 26´ê Mijdarê salvegera 27´an a qedexekirina PKK´ê ye. Ji hingê ve bi hezaran Kurd hatin mexdûrkirin, doza rewa a miletê Kurd hat krîmînalîzekirin. Vê qedexeyê kiriye ku Kurd pirraniya girtiyên siyasî yên li Elmanyayê pêk bînin. Dozgeriyên Belçîkayê jî demeke dirêj hewl dan ku Kurdan krîmînalîze bikin. Aliyê Kurd li ber vê hewl danê demeke dirêj rabû. Di dawiyê de dadgehek bilind a temyîzê biryara dadgeheke Brukselê 28´ê Çileyê 2018´an piştrast kir û got, nabe ku nûnerên rêxistinên ku dozgerî îdîa dike bi fermana PKK´ê tevdigerin ji ber qanûnên li dijî terorê bên dadgehkirin ji ber ku PKK aliyekî şerekî çekdarî yê nenavneteweyî ye. Parêzerê aliyê Kurd Jan Fermon bû. Em bi Jan Fermon re li ser maneya vê biryarê ji bo çalakiyên siyasî yên Kurdan li Belçîkayê, tesîra lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîtiya Ewrûpayê li vê biryarê û îhtîmala bikaranîna argumana wan li dijî qedexekirina PKK´ê li Elmanyayê peyivîn. Li gorî wî hîna li Elmanyayê meydanek heye ji bo ku ev minaqeşe li ber dadgehekê bê kirin.
Gelo ji dema biryara dadgeha Brukselê ya dibêje, PKK´ê aliyê şer e li gorê qanûna neteweyî, ji bo jiyana siyasî ya Kurdan li Belçîkayê çi guherî?
Rêxistinên Kurd ên li Belçîkayê çalak êdî dikarin pirr serbest tir karê xwe bikin. Rêxistinên muhim ên Kurdan ên ji Tirkiye û Sûriyê hene ku li Belçîkayê çalak in û lê bi cih bûne. Weke KNK´ê û saziyên ragihandina Kurdî yên li Belçîkayê. Li Brukselê, dozger dixwest dozê li nûnerê her yekî ji van beşên tevgera Kurd veke. Yan weke ferd yan jî weke nûnerên saziyên ragihandinê bûn. Tevî ku karê wan hîç tesîr li ewlekariya civaka Belçîkî nedikir jî, karên wan li nava medyayê, li parlamena Ewrûpî û wekî din dihat krîmînalîze kirin berê. Armanca dozgeriyê krîmînalîzekirina nûneriya Tevgera Kurd bû. Ev hûmû jî li bin banê PKK´ê bi cih dikirin. Yanî nûneriya KNK´ê bi ya dozgeriyê nûneriya PKK´ê bû, weşana saziyên Kurdî propagandaya PKK´ê bû. Me li dadgehê têkoşîna xwe li ser du qonaxan kir. Ya yekê ew bû, ku ti tişta şaş nîne ku mirov nûneriya PKK´ê bike. Qonaxa yekê ya parastina me ew bû ku em bibêjin, parastin û nûneriya PKK´ê ne sûc e. Yanî me got, KNK elaqedarî PKK´ê be jî, saziyên ragihandinê elaqedarî PKK´ê jî bin, nakevin ber qanûna ceza û nabe ku bikevin ber taqîba hiqûqî. Me got, PKK ne rêxistineke terorîst e li gorî qanûna ceza ya Belçîkî ye, ew aliyekî şerekî çekdarî ye û nabe ku bikeve ber taqîba qanûna rêxistinên terorîst.
Qonaxa duyem a parastina me jî ew bû ku me got, weke bi fermana PKK´ê karkirina kesên ketine ber taqîba hiqûqî ya dozgeriyê, bi temamî şaş e. Dadgehê argumana me ya qonaxa yekê neqand, û got, ev rêxistin elaqedarî PKK´ê bin yan jî bi fermana wê jî tevbigerin, ev ne sûcek e, ne sûcekî terorê ye li gorî qanûna ceza ya Belçîkayê. Ji ber ku PKK li gorî qanûnên Belçîkî ne rêxistineke terorîst e, lê aliyekî şerekî çekdarî ye. Wê got, heger ev aliyê şer hiqûqa navneteweyî ya insanî binpê bike jî divê li gorî wê hiqûqê bikeve ber taqîba hiqûqî ya di çarçoveya vî şêrî de.
Weke encama vê biryarê, hemû beş û baskên rêxistinên siyaset, civak û ragihandina Tevgera Kurd niha dikarin karê xwe gelekî serbesttir bikin bêyî ku bitirsin bikevin ber taqîba hiqûqî.
Lê belê PKK hîna li ser lîsteya rêxistinên terorîst a Yekîtiya Ewrûpayê (YE) de ye. Tevî biryarê jî gelo rêxistinên Kurd ê rehet bin, pirsgirêk wê ji wan re çênebin?
Ev du tiştên bi temamî cihê ne. Doza li Brukselê meseleyeke hiqûqî bû, li gorî qanûna ceza bû, yanî pêkanîna qanûnê bû. Herçî lîsteya Ewrûpî ye, ew ne meseleyeke hiqûqî ye, ew meseleya rêveberiya siyasî ye, amûreke rêveberiya siyasî yanî desthilata siyasî ye. Desthilata siyasî biryarê dide ka rêxistinek wê bikeve lîsteyê yan na. Biryara Dadgeha Brukselê li ser qanûna ceza bû. Mesele taqîba hiqûqî ya li dijî kes û saziyên weke Stêrk TV û Roj TV bû. Dozger di îdîanameya xwe de digot, PKK li ser lîsteya YE´yê ye û divê dadgeh li gorî wê biryarê bide. Em li ber vê rabûn û me got, nabe di encama biryareke desthilata siyasî de rêxistinek yan jî endameke/î rêxistinekê li gorî qanûna ceza weke terorîst bên dîtin.
Yanî me got, dadgeh divê biryara desthilata siyasî ya Ewrûpî tine bihesibîne, ji ber ku desthilata siyasî nikare biryarên hiqûqî yên qanûna ceza bide.
Wekî din, wê zehmettir bûya. Argumana me di vir de jî hebû; heger rêveberiya hêza siyasî, hikûmetek biryarê bide ku rêxistinekê bixe lîsteya rêxistinên terorîst, divê ew heman pîvanên hiqûqa navneteweyî ya insanî bi cih bikin. Yanî ji bo Konseya Wezîran a YE´yê ji bo rêxistinekê bixe lîsteyê, heman şert û mercên ji bo qanûna ceza ya Belçîkî, ji bo wê jî lê ne. Ev jî çi ye, ew şert û merc e ku dibêje, hiqûqa li dijî terorê, ji bo hêzên çekdarî yên di şerekî çekdarî de li gorî hiqûqa navneteweyî aliyê şer in. Ev argumana me li Dîwana Edaletê ya Ewrûpî jî me derxist pêş. Lê di dawiyê de Dîwana Edaletê ya Ewrûpî, ji ber sedemên prosedûrî û teknîkî bicihkirina navê PKK´ê di lîsteyê de ji bo 2014 heta 2017´an betal kir.
Her şeş mehan carekê ev lîste tê nûkirin û PKK hîna jî di lîsteyê de ye. Lê heman kêmasiyên prosedûrî û teknîkî hene. Ji ber wê jî biryara Diwana Edaletê ya Ewrûpî ji bo lîsteyên heta 2019´an hemûyan lê ye û divê hebûna navê PKK´ê di van lîsteyan de ji nû ve bê kontrolkirin. Niha li dijî hiştina navê PKK´ê di lîsteya herî dawî de jî dozek dewam dike. Konseya Wezîran a YE´yê jî li ber biryara pêşî ya Dîwana Edaletê ya Ewrûpî rabûye, ew doz jî dewam dike. Erê PKK di lîsteyê de ye, lê rastî pirr tevlîhevtir e. Di lîsteyê de bicihkirina PKK´ê, tenê tesîrê dike li cemidandina çavkaniyên malî û sînordarkirina ger û geşta ferdan. Cemidandina çavkaniyên malî jî li Belçîkayê ti tesîra wê nîne, ji ber ku ti hesabê bankayê yê PKK´ê li Belçîkayê nîne. Dibe ku tesîra di lîsteyê de bicihkirina PKK´ê li welatên din hebe, ji ber ku li hin welatan endambûna rêxistineke di lîsteyê de yan jî beşdariya çalakiyên wê bi serê xwe sûc tê hesibandin. Li vir otomasyonek derdikeve holê ku bi ya min bi temamî jihevcihêkirina erkan binpê dike. Ji ber ku desthilata siyasî biryarê dide û erka hiqûqî jî bi temamî di bin fermana vê desthilatê de ye. Ev jî bi ya min binpêkirina tevahiya pîvanên demokratîk e. Li Belçîkayê rewş ne wisa ye.
Lê li Elmanyayê rewş wisa ye. Cenabê te dikare bifikire ku dozeke mîna ya li Belçîkayê li Elmanyayê bê vekirin?
Ji bo min pirr zehmet e, ez li ser vê bipeyivim. Hevpîşeyên min ên li Elmanyayê divê binihêrin ka ev doz û biryara li Brukselê çawa weke leviyekê li ber dadgeheke li Elmanyayê bê bikaranîn. Ji ber ku dozgeriya Belçîkî jî behsa wê kiribû, tişta em li ser rewşa li Elmanyayê dizanin ew e ku li dadgehên Elman carekê hatiye minaqeşekirin; lê ez difikirim ku bi awireke pirr teng lê hatiye nihêrîn. Bi tenê lê nihêrîne, ka protokola lêzêdekirî ya duyê ya li Peymana Cenevreyê ji bo PKK´ê lê ye yan na. Ev protokol qaîdeyên Peymana Cenevreyê berfirehtir dike û hin rêzerewşên şerên nenavneteweyî lê zêde dike. Minaqeşeya li dadgeha Elman bi vê perspektivê ye. Dîwana Edaletê ya Federal biryarek da 6´ê Gulana 2014´an di doza Alî Îhsan Kitay de. Bi ya min di vê biryarê de tişta ku bi temamî nehatiye dîtin, ev e: Heke protokola lêzêdekirî ya diduyê ya Peymana Cenevreyê ne lê be jî, beşek ji peymanê û ez behsa xala giştî ya 3´yan dikim, ji bo hemû şerên çekdarî lê ye. Bi vê perspektîvê, protokola lêzêdekirî ya diduyê ti tiştî naguhere. Ew tenê lêhatina Peymana Cenvereyê berfireh dike û şerên nenavneteweyî jî dixe navê. Cewherê Peymana Cenevre di xala sêyem a giştî de ye û ew jî qaîdeyên sereke yên ji bo tevahiya şerên çekdarî lê, terîf dike.
Li dadgeha Belçîkî argumana me ev bû, heger xala sisiyan lê ye, yanî heger şerekî çekdarî heye, divê qaîdeyên şerê çekdarî lê bin. Ev jî gelekî cihê ne ji qaîdeyên qanûnên li dijî terorîzmê.
Bi ya min ha li vê derê meydanek heye ji bo Elmanyayê jî. Lê çawa û di bin kîjan şert û mercan de, dikarin tiştekî bikin, hevpîşeyên min ên li Elmanyayê wê biryara wê bidin. Lê bi ya min meydanek heye, ji bo jinûvedestpêkirina minaqeşeyê li Elmanyayê, ji ber ku ev argumana hanê li dadgeheke Elman ti carî nehatiye minaqeşekirin.
Weke Viyetnamiyan bikin
Li ser biryara Trîbunala Gelan a Parîsê ya Adara 2018’an ku biryara wê heman salê li Brukselê hat eşkerekirin, û tesîra wê ya muhtemel a li ser rewakirina doza miletê Kurd de jî parêzer Jan Fermon got, “Ez hêvî dikim hebe. Ev elaqedarî wê yekê ye, ka hevalên min ên Kurd wê bi wê biryarê karibin çi bikin. Trîbunalên wisa ji rêûresmekê ne. Yanî gava ku dewletek sûcan li dijî mirovahiyê dike yan jî di dema şer de sûc dike li dijî tevgerên fireh ên xelkê, û li dadgeheke navneteweyî nikaribe bê dadgehkirin, ew trîbunal pêk tên. Rewşa Tirkiyeyê jî ev e, ji ber ku wê Qanûna Dadgeha Ceza ya Navneteweyî erê nekiriye.
Ev rêûresmeke di nava beşek cihana hiqûqî de ye ku van Trîbunalên Hizrî li dar bixin. Di nava wan de ferdên ku di hiqûqê de navneteweyî xwedî otorîte ne cihê xwe digirin, lê ti ferzeke biryarên wan a hiqûqî nîne. Di Trîbunala li Parîsê de dadgerekî berê yê dadgeha bilind a temyîzê ya Fransayê, dadgerekî berê yê dadgeha bilind a temyîzê ya Îtalyayê, hin profesorên hiqûqa navneteweyî, cîgirekî berê yê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekbûyî, ew endamên heyeta dadgehê bûn. Li vir hizr ew e ku ev insanên hanê dikarin bi otorîteya exlaqî ya dadgeheke navneteweyî rabin. Ev otorîteke moral e û ferzeke wê ya hiqûqî nîne. Vêca, mesele ew e tu wê vê otorîteya moral û biryara wê, çiqasî karibî ji bo doza tevgera xwe, ji bo argumanên xwe yên li ser rewabûna têkoşîna xwe bi kar bînî. Yanî ecamên wê bi temamî, erê bi temamî elaqedarî wê yekê ne, ka hevalên min ên Kurd wê vê yekê niha heta bi dawiyê bi kar bînin yan na, û wê wê bi kar bînin di meh û salên li pêşiya me de yan na. Mesela Viyetnamiyan Trîbunala Brukselê ji bo doza xwe bi kar anî. Wan biryara Trîbunala Brukselê bi kar anî da ku ji civaka navneteweyî û raya giştî re rave bikin ku şerê Dewletên Yekbûyî yên Emerîkayê li ser Viyetnamê ferzkirî, şerekî ne rewa bû û wê sûcên dema şer kirine. Heger hevalên min ên Kurd weke Viyetnamiyan bikin, erê wê tesîra biryara vê trîbunalê çêbe, lê na, heger ew biryara trîbunalê bi kar neînin, hingê jî naxêr, wê ti tesîra wê nebe.”