Pargîn, ku wek Navenda Lêkolîn û Parastina Rêûresma Rojavayê Kurdistanê hatibû damezirandin, berhema xwe ya ewilî ya bi navê “Siwaro” derxist.
Bi boneya 15'ê Gulanê Cejna Zimanê Kurdî, Pargîn yekem klîpa xwe ya bi navê “Siwaro” li ser hesabê youtube yê Pargînê belav kir. Pargîn klîpa xwe ya yekemîn diyarî giyanê şehîdên Efrînê dike.
Şêro Hindê derhêneriya klîpê kiriye. Dengbêj Hisen Temir strana “siwaro” dibêje. Her wiha muzîkjen Mehmûd Berazî jî ji bo klipê muzîk çêkiriye.
Tevahiya klîpê li ser lînka li jêr e;
NAVENDA NÛÇEYAN