Ji nû ve Radyoya Dengê Cûdî

Nûçeyên Çand/Huner

Pêncşem 13 Nîsan 2023 - 04:17

Radyoya Dengê Cûdî yekem radyoya Şoreşa Rojava ye û ev 6 sal bûn ji ber pirsgirêkên teknîkî weşana wê sekinîbû, ji nû ve dengê xwe digihîne civakê.

Di Şoreşa Rojava de wekî qadên siyasî, leşkerî, civakî, çandî, jin, aborî, ciwan û hwd. ragihandin jî bû yek ji xebatên bingehîn û sereke. Yek ji van xebatan jî radyo bûn. Di sala yekem a şoreşê de, ango sala 2012’an yekem radyo bi navê Cûdî FM (Dengê Cudî) hat vekirin.

Dengê Cûdî di 20`ê Cotmeha 2012`an li bajarê Qamişlo ji aliyê Konfederasyona Xwendekarên Kurd ên Welatparêz ve hat vekirin. Radyoya ku bi zimanê Kurdî weşan dikir, dengê şoreşê û bûyerên herêmê ragihandin. Lewma ji aliyê her beşê civakê ve hat ecibandin û lê hat guhdarkirin.

Dengê Cûdî wê demê ji saet 07.00`an heta 00:00`ê weşan dikir. Di nava van saetan de bernameyên nûçe, civakî, hunerî, siyasî, aborî, tenduristî, zarok, jin dihatin weşandin û li gilî, daxwazên gel dihat guhdarîkirin.

 

Navbera ji neçarî

Radyoya ku 4 salan bênavber weşana xwe domand, di 25`ê Nîsana 2016`an de ji ber pirsgirêkên teknîkî û êrişên sîber ên dewleta Tirk neçar ma ku navberê bide weşanê.

Piştî 7 salên navberê, Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê, ji bo vekirina radyoya Dengê Cûdî, ji nû ve dest bi xebatan kir. Li gorî agahiyên ku Endamê Rêveberiya Radyoya Dengê Cûdî, Egîd Tolhildan dide, di encama amadekariyan de pirsgirêkên teknîkî hatin çareserkirin. Piştî amadekariyan jî 6`ê Nîsana 2023`yan weşana radyoyê ji nû ve dest pê kir. Navenda radyoyê li Qamişloyê ye û li weşana wê li ser pêla 101.3 li tevahiya herêma Cizîrê tê guhdarîkirin. Weşana wê sibehê saet di 09.00`an dest pê dike û heta 18.00`an didome.

Di nava van saetan de bernameyên bi navê “Dengê Çiya”, “Parêznameyên Rêber Abdullah Ocalan”, “Tenduristî”, “Muzîk”, “Çand û Dîrok” û “Çîrok” tên weşandin. Her wiha bi zimanê Erebî û Kurdî nûçe tên dayîn.

Radyo li ser hesabên medya dîjtal jî weşanê dike.

Egîd Tolhildan got, ew ê di demên pêş de naverok û tora weşanê mezin û berfirehtir bikin.

ANHA/QAMIŞLO

 

 

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.