Ji muzîka Kobanê re Sara 

Nûçeyên Çand/Huner

În 13 Tebax 2021 - 05:27

Hîlala Zêrîn a Kobanê di nava projeyên xwe yên heyî de wê dibistana muzîkê Sara veke. Gelek kes dixwazin cihê xwe di nava muzîkê de bigirin û xwe fêrî amûran bikin. Lê ji ber derfetên kêm, heta niha Hîlala Zêrîn tenê di astekê de mabû. Komên wan ên govend, muzîk, şano û wene hene, ji bo hîn beşên muzîkê berfireh bikin, dest bi vekirina dibistanê kirin da ku xwendekar berê xwe bidinê û beşdarî xebatên muzîkê bibin. 

Nûrşîn û Perwîn ên ji Kobanê xwişkên hev in. Wan li Amedê li Konserwatûara Aram Tîgran xwe hînî lêxistina amûrên muzîkê yên Rojhilat û Rojava kir. Niha li Kobanê ew ê di dibistana Sara de dersan bidin şagirtan. 

Li Kobanê muzîk hinekî lawaz e

Perwîn dibêje, "Di dawiya 2016'an de min dest bi perwerdeya muzîkê kir, wê demê ez 14 û xwişka min jî 16 salî bû, lê beriya min xwişka min Nûrşîn dest pê kiribû. Piştî sê salan em bi malbatê re vegeriyan Kobanê. Dema em vegeriyan, me xwest em muzîkê yan jî tişta em hîn bûne, hînî zarokên Kobanê bikin. Di dawiya 2019'an de me bi Tev Çandê re dest bi perwerdeya zarokan kir, paşê em çûn Qamişlo, li Hîlala Zêrîn a Qamişlo me dest bi perwerdeya keman, sentûr û teoriya muzîkê kir. Piştî wê me biryar da ku em vegerin Kobanê û hin tiştan di milê muzîkê be yan jî amûr be em bi pêş bixin, ji ber ku li Kobanê muzîk hînekî lewaz maye.” 
 
Ji bo ciwanan derfet

Perwînê bang li zarok û ciwanan kir da ku berê xwe bidin dibistana Sara ji bo hînî muzîk û amûran bibin: "Niha pirsgirêka me ya amûran heye me bi teoriyê dest bi perwerdeyê kir. Her kesê ku ji muzîkê hez dike yan jî dixwaze fêr bibe, deriyê dibistanê li wan vekiriye. Li Kobanê gelek ciwan dixwazin xwe fêrî muzîkê bikin lê derfet tine ye, va ye me derfet li pêşiya ciwanan vekir ku xeyalên xwe pêk bînin.”

Perwerde 3 salan didome

Dibistan 3 salan didome û dersên gelek beşên muzîkê hene. Alfabeya muzîkê, teoriya muzîkê, solfej, bona, rîtim, dîkte, meqam, harmonî, bîra muzîka Kurdî ji dersên dibistanê ne. Amûr jî sentûr, keman, kemançe, def (erbane) û piyano ne. Ciwanên ku bên pejirandin jî divê 14 ta 17 salî bin. Cihê miracaetê navenda Hîlala Zêrîn e. Li dibistanê sê mamosteyên şareza hene.

JINHA/KOBANÊ

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.