Ji Mem Ararat klîpeke nû; ‘Rindê’

Nûçeyên Çand/Huner

Sêşem 10 Çile 2023 - 03:54

Hunermendê Kurd Mem Ararat piştî demeke dirêj, diyar kir ku wî ji stranên xwe yên kevn albûmeke bi navê “Keskesor” amade kiriye û dê stranên xwe yên ku berê parve nekirine, bi riya vê albûmê parve bike. Wî straneke nû ya ku gotin û awaza wê yên wî ne, li ser hesabên xwe yên medyaya dijîtal belav kir. Klîpa wî ya bi navê “Rindê” niha li ser youtube heye û  Nîhad Cemşerî mîx-masteringa stranê kiriye.

Mem Ararat mizgîniya klîpa xwe ya nû bi van hevokan dide; “A niha bi kelecan im lewma dixwazim mizgîniyekê bidim we. Em ê bi parvekirina albumeke nû, kû navê wê ‘ Keskesor’e hewl bidin çend kulîlkên din jî biçînin li vê dinyaya gewrik. Di vê albumê de ez ê hewl bidim stranên xwe yî ku ev demek dirêj e di arşîva min de sekinîne, bi we re par ve bikim. Ji van stranan hinek jê nêzî 20 sal berê hatine nivîsandin. Bi hêvî me serê we neêşînim. Strana bi navê ‘Rindê’ di sala 2011´an de hatiye nivîsandin. Ji bilî çend sererastkirinên piçûk, min dest neda stranê .” 

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.