Weşanxaneya Lîsê 3 berhemên nû çap kirin. Di nav van berheman de yek jê romana nû ya “Keleha Dûr” a nivîskar Bawer Rûken e ku wî berê jî romanên bi navê “Dojeha Veşartî”, “Pirtûka Tenêtiyê”, “Herimî” û “Di Tariyê De” nivîsandibûn.
Di rêya Kafka, Buzattî û Coetzee de
Weşanxaneye Lîsê romana “Keleha Dûr” mîna rengvedaneke li Kurdistanê dinirxîne û dibêje, “Romaneke ku li komareke xeyalî derbas dibe û mîna rengvedana Kurdistanê jî dikare bê xwendin. Adarê gênc, hîn di rêwîtiya çûyîna eskeriyê de hest dike ku fikirên wî ên der barê Komara Gel de tên guhertin. Tekane fikira wî ev e, ew jî wê mîna hemû xort û gêncan bi çûyîna eskeriyê re astengiya li pêşberî jiyana xwe rake. Cihê eskeriya wî Keleha Dûr e ku ew li rojhilata komarê, di nava çiyayên asê û di seqayeke çetin de ye. Rayedarên kelehê li gorî propagandaya fermî a komarê, bi heterî dikin ku ji “xelkê rojhilatê” serhildêrên ku li dijî komarê radibin, çêbikin da ku bi vî awayî dijminekî ava bikin û pê temenê pergala xwe a heyî bidomînin. Keleha Dûr, tevî ku serpêhatiya dagirkeriya zilimkar û tecrûbedariya êşkenceyên dehşetnak vedibêje jî, di hêleke din de ew romana dilsozî, fedakarî û rêwîtiya ber bi kûrayiya bûneweriya mirov e. Bawer Rûken, bêyî ku tu cudabûnê têxe navbera karakterên xwe, bi dilsozî nêzî karakterên xwe ên çê û ên neçê dibe. Bawer Rûken, bi romana Keleha Dûr, awayek ji awayan mijara ku Franz Kafka, Dino Buzzatî û J.M.Coetzee serê xwe pê re êşandibû, bi şêwazeke din dide ber pirs û pirsyaran.”
‘Bîranîn û serhatî’yên Eliyê Evdilrehman
Pirtûkeke din ya hatiye çapkirin jî “Bîranîn û Serhatî”yên Eliyê Evdilrehman in. Eliyê Evdilrehman di vê pirtûkê de bi metnên têr û tijî derdikeve hemberî xwîneran. Danasîna pirtûkê wiha ye; “Gelo ji bo xwendevanên li pey tehm û çêja xwendinên hêja, danîna sînorên asê ên cureyên wêjeyî têrî sînordarkirina hêza baskên xeyalên xwendevanan jî dike? Bîranîn û Serhatiyên Elîyê Evdilrehman ji binî de wateya vê pirsê pûç dike. Bala xwendevan ji navandina bîranîn-çîrok, çîrok-bîranîn ango tenê bîranîn û tenê çîrokê bi wêdetir dibe. Ew bi hostetî û hestiyariya dilsozane metnên ku tehm û çêja di metnên çîrok û bîranînên nivîskarên hêja ên Rûsan de hene, di ferhenga hêmayî a xwendevanên Kurd de jî dihêle. Çi ku bi van metnên têr û tijî xwendevan bi xwe re, di nava trajedîjiyana takekesane ên li paş çeperên Artêşa Sor qewimîne, çetiniya şerê bi faşîzma Hîtler re, êşa dayikên ku lawên xwe di vî şerî de winda kirine, evîndarên dilsoz û xemgîn mane, dostanî û hevaltiyên di zarokatiyê de qewimîne; bi hêjabûneke ku bêyî hewsengiya di nava metnê de xera bike bi xwedevan dide hîskirin. Ger xwendevan bixwaze van metnan li kêleka metnên nivîskarekî Rûs ê diltenik, hoste û jêhatî, bi serbilindiya Kurdekî deyne dê ew nivîskar ji bilî Andrey Platonov ne kesekî din be.“
Awayê devoka Kurdên Qafqasan
Pirtûka helbestan ya bi navê “Keskesora Çiya” ya Mirazê Cemal nivîsandiye jî yek ji wan pirtûkan e ku Weşanxaneya Lîsê nû çap kiriye. Weşanxaneya Lîsê girîngiya “Keskesora Çiya” jî wiha şirove dike; “Hin helbest hene ne tenê helbest in. Hin helbest hene ne tenê rîtm, aheng, deng û awaz in. Hin helbest hene ne tenê mîna helbestên ku divê werin xwendin in. Hin helbest hene mîna helbestên Mîrazê Cemal ên di Keskesora Çîya de divê li gorî rîtm, aheng, deng û awazê wan bi hev re eynî mîna besteyeke hevgirtî û hevûdu temam dike were xwendin. Her wiha wexta em helbestên Cemal dixwînin, em pê re taybetmendiya awayê devoka Kurdên Qafqasan jî ku li bal wan cihekî girîng digire tevî berhemêzkirina zimanê çar parçeyên welêt jî dixwînin. Ma ne hilbijartina nav û amrazên di helbestên wî de, di hêleke din de me li baxçeyekî mezin ê tevahiya welêt digerîn. Û bi helbesteguleke xwe me car bi car bi ruh û giyanê welatê me dide hisandin.”
NAVENDA NÛÇEYAN