Li Mêrdînê hosteyên kurtanan, piştî ku karê wan kêm bûye, bi heman sinhetê dest bi çêkirina çenteyan û amûrên xeml û xişirê kirine. 

Li Mêrdînê piştî ku di qada kurtankeriyê de kar nema, gelek kurtanker betal man. Hosteyên betal man, vê carê berê xwe dane karin alternatîf. Li Mêrdînê ji gelek hosteyên kurtanan tenê du hoste mane û ev her du hoste jî ji bo ker û qantirên gundên derdorê û kerên li navenda bajêr ên ji bo berhevkirina çopê tên xwedîkirin kurtanan çêdikin. 

Yek ji van hosteyan jî Fîkret Dogan e. Dogan, 27 sal in li navçeya Artûklû ya Mêrdînê kurtanan çêdike. Dogan, diyar kir ku li ber destê hosteyekî ermenî hîn bûye û karê wan karekî ku divê mirov baldar be. Dogan, diyar kir ku çawa ku mirov ji bo ji xwe re cilan çêbike diçe cem terzî û terzî li gor hin pîvanan cawa difesilîne, ew jî berî ku kurtan çêbikin li gor heywanê û hin pîvanan kurtanan difesilînin.

MA/MÊRDÎN