• Samî Tan: Êrişa fîzîkî li ser zimanê Kurdî hinekî dişikê. Kurd bi avayekî xurt lê xwedî derkevin, dikarin vê ji bo perwerdeya Kurdî bikin bingeh. Bikin destpêka têkoşînekê. 'Ev ders ne her tişt e'. Ev ders esas ne tiştek e, lê derfetek e. Divê em li vê derfetê xwedî derkevin û bikin bingehê perwerdeya zimanê Kurdî.

EMRÛLLAH ACAR  MA/RIHA

Li dibistanên navîn ên Wezareta Perwerdehiya Neteweyî (MEB) ya Tirk û taybet, dema hilbijartina dersên bijarte dewam dike. Ji bo xwendekar dersên şêwezarên Kurmancî û Kirmanckî (Dimilkî) hilbijêrin gelek sazî û rêxistinên sîyasî li ser medya civakî kampanya dane destpêkirin û bangan dikin. Her wiha gelek sazî û dezgeh jî nerazîbûnê nîşanî bijartebûna Kurdî didin û daxwaz dikin ku bi zimanê zikmakî perwerde bê dayîn. 

Zimanzan Samî Tan têkildarî mijarê got, hilbijartina dersên Kurdî ne bes e: “Divê statûya zimanê Kurdî û Kurdan hebe. Statûya zimanê Kurdî û Kurdan bi hev ve giredayî ye. Dema yek nebe, ya din hebe bê mane ye. Divê zimanê Kurdî bibe zimanê fermî.”

Ji pêşdibistanê heya zanîngehê 

Samî Tan da zanîn ku zarok zimanê zikmakî bi xwezayî ji malbata xwe hîn dibe û wiha peyivî: "Li gel vê yekê divê ziman bi pêvajoya perwerdê bikeve û di nava pergala perwerdê de cihe xwe bigire. Ji bo ku ziman geş bibe, divê bibe zimanê perwerdeyê û zimanê nivîskî. Divê zarokek ji pêşdibistanê heya zanîngehê bi zimanê zikmakî perwerde bibe. Lê mixabin hê jî li vê axê zarokên Kurd ji wî mafî bêpar in. Niha di dibistana navîn de ev maf tê dayîn, lê ev bi tena serê xwe problem e. Divê zarok li dibistana sereke hîn bibin û tiştê ji malbata xwe hîn bûne, bi awayekî xwezayî dewam bikin. Dema tenê li dibistana navîn were dayîn, zarok ji zimanê xwe qut dibe. Piştî dibistana navîn di lîse de jî ev maf nîne. Em vê yekê wekî derfeteke piçûk dibînin."
 
‘Ev ders ne her tişt e’

Derbarê polîtîkayên bişaftinê de jî Tan got, zimanê Kurdî bi salan e bi polîtîkayên bişaftinê re rû bi rû ye û wiha peyivî: "Bi salan e li ser zimanê Kurdî qedexe hene. Mirovan ji bo vê yekê zilm û zordarî dît. Dema ku bi dersekê bibêjî Kurdî bikeve dibistanan, ev hinekî normalîze dibe. Êrişa fîzîkî li ser zimanê Kurdî hinekî dişikê. Kurd bi avayekî xurt lê xwedî derkevin, dikarin vê ji bo perwerdeya Kurdî bikin bingeh. Bikin destpêka têkoşînekê. Divê em bi vî çavî lê mêze bikin. 'Ev ders ne her tişt e'. Ev ders esas ne tiştek e, lê derfetek e. Divê em li vê derfetê xwedî derkevin û bikin bingehê perwerdeya zimanê Kurdî."

 Ne qenciya dewletê ye 

Samî Tan got, zêhniyeta yekperest a li dijî Kurdî, ti carî naguhere û wiha pê de çû: “Vê hişmendiyê xwe di hilbijartina dersên Kurdî de careke din nîşan da. Ev gav divê bikevin xizmeta çareseriya kêşeya Kurdî. Divê bibe wesîle ji bo wê yekê ku Kurd mafên xwe yên demokratîk bi dest bixin. Lê dema em bi wî çavî mêze nekin, ev gav wê xizmeteke baş neke. Armanca xwe jî bi dest naxe. Divê em nebêjin, 'dewlet qenciyê bi me dike', tiştek wisa nîne. Ev gav jî encama têkoşîna Kurdan e. Kurdan di wî warî de bedel dane. Ji bo ew maf bi rasteqîn were cih, hişmendî û têkoşîn hewce ye."

Samî Tan got, zimanê mirov nîşaneya habûna mirov e û wiha dewam kir: "Dema em dibêjin çand ziman tê bîra mirov. Ziman wekî dergûşa çandê tê qebûlkirin. Çand bi ziman xwe nîşan dide. Divê ji ber vê yekê em zimanê xwe biparêzin. Kurd bi xebat û têkoşîna xwe balê dikişînin ser vê yekê. Divê gelên din jî bi zimanê xwe hîn bibin û zarokên xwe hîn bikin. Ev mafê her gelî ye. Divê statûya zimanê Kurdî û Kurdan hebe. Statûya zimanê Kurdî û Kurdan bi hev ve girêdayî ye. Dema yek nebe, ya din hebe bê mane ye. Divê zimanê Kurdî bibe zimane fermî. Ev e daxawza me."

Helwêst qederê diyar dike

Zimanzan Tan, da zanîn ku helwêsta Kurdan wê qedera Kurdî diyar bike û bi van gotinan dawî li axaftina xwe anî: "Heke Kurd biryarê bidin bi vî zimanê bijîn, wê nehêlin ev ziman were kuştinê û tu hêz wî bikuje. Ev rastî ye. Ji bo vê jî divê Kurd mejiyê xwe, dilê xwe ji polîtîkayên bişaftinê paqij bikin. Bi taybetî jî cihê ku derfet heye, divê bi Kurdî bijîn û zarokên xwe bi Kurdî perwerde bikin. Îro ev derfet hene; çapemenî û sazîyên sîvîl hene. Ji derveyî dewletê pirr derfet hene. Divê em van derfetan bi kar bînin. Divê em xwedî polîtîkayeke zimanî bin. Divê hemû kesên ku zarokê wan diçin dibistana navîn, dersên zimanê Kurdî hilbijêrin û bibin şopdarê dersê.”