XASÊ CÛNÊ
Dostoyevskî, çîroka dirêj a Gogol a bi navê “Sako” nîşan dide û dibêje, “Em hemû ji Sakoyê Gogol derketine.” Elbet gava vê yekê dibêje, ew pesnê ziman û wêjeya wî ya qehîm dide û nivîskarê Rûsî Gogol wek pêşengê wêjeya Rûsî dinirxîne. Heger mirov nirxandineke bi vî rengî derbarê wêjeya Kurdî de bike û nivîskarekî nîşan bide, ew kes bêguman Erebê Şemo ye. Em dikarin bibêjin, romana Kurdî jî ji kulavê Erebê Şemo derketiye û wî bi romana xwe ya “Şivanê Kurmanca” hîmê wêjeya kurdî ya nûjen daniye.
Di vî warî de her çiqas hin nîqaş hebin jî berhema “Şivanê Kurmanca” li gor gelek nivîskaran wek romana yekemîn ya bi Kurdî tê qebûlkirin. Sabîr Reşîd di gotara xwe ya “Xwendinek li ser destpêka romana Kurdî” de dibêje, romana pêşîn ya Kurdî a çapkirî ango romana pêşîn a li Kurdistanê hemûyî, romana “Şivanê Kurmanca” ya Erebê Şemo ye. Romana Şivanê Kurmanca sala 1935’an li Ermenistanê tê nivîsîn û çapkirin. Lê Sabîr Reşîd vê agahiyê jî dide, “Li hemû Kurdistanê romana kurdî ya pêşîn Meseley Wijdan ya Ehmed Muxtar Caf e ku di salên 1927-1928an de hatiye nivîsîn. Lê belê hema wisa destnivîs maye heya sala 1970yî ku bi hewl, xebat û pêşîkêşiya Dr. Îhsan Fuad hatiye çapkirin. Bêguman heke ev romana di dema xwe de bihata çapkirin hemû hevkêşa hebûn û tunebûna romana kurdî diguherî û ewê bibûya qeyda pêşîn ya him ji hêla nivîsînê ve û him jî ji hêla çapkirinê ve û pêngavên din jî li pey wê re dihatin.”*
Serpêhatiya wergera pirtûkê
Mustafa Aydogan jî di pêşgotina romana “Şivanê Kurmanca” de ya ku ji Weşanxaneya Lîsê derketiye, wiha qala serhatiya romanê dike, “Romana kurdî ya yekem di sala 1935’an de bi alfabeya Îsahak Marogûlov ve hatiye çapkirin. Piştre ji hêla Î. Orstrogoskaya ve bi Rûsî hatiye wergerandin û Bazîl Nîkîtîn jî ji Rûsî ev pirtûk wergerandiye Frensî. Nuredîn Zaza jî ev pirtûk ji Frensî wergerandiye Kurmancî. Yanî Şivanê Kurd weke wergera wergera wergerê hatiye çapkirin û li nava kurdan belav bûye. Zaza dema pirtûkê werdigerîne Kurmancî navê pirtûkê weke ‘Şivanê Kurd’ diguherîne.”**
Bi 6 zimanan zanîbû
Erebê Şemo ji malbateke şêxên Êzîdiyan bû. Şemo sala 1897’an li gundê Susuzê li navçeya Qersê, ku di wê heyamê de di bin desthilata Rûsyayê de bû, hatiye dinyayê. Sala 1913’an xwendina xwe diqedîne. Beriya ew xwendina xwe biqedîne, bi karê paletî û şivaniyê re mijûl bûye û di van karan de xebitiye.
Erebê Şemo wî zemanî li Sovyetê wek Ereb Şamîlov jî dihat naskirin. Erebê Şemo piştî şoreşa Bolşevîkan li Moskovayê di Înstîtûya Lazaryan dest bi xwendinê dike. Înstîtûya Lazaryan wê demê li ser zimanên Rojhilatî kar dikir. Erebê Şemo jî di demeke kurt de fêrî gelek zimanan bû. Ji bilî Kurdî, ew bi Ermenkî, Gurcî, Azerî, Tirkî û Rûsî jî diaxivî û bi wan zimanan dinivisî.
Yekemîn alfabeya Kurdî ya Latînî
Bi biryara himûmeta Sovyeta berê û Ermenîstanê, Erebê Şemo û Isahak Marogûlov dest bi amadekirina “Alfabeya Kurdî ya bi tîpên latînî” dikin û sala 1928’an vê xebata xwe bi encam dikin, alfabeyê temam dikin. Sala 1929’an yekemîn pirtûka Kurdî ya bi tîpên Latînî a bi navê “Xwe bi xwe hînbûna Kurmancî” çap dikin. Erebê Şemo her wiha yek ji wan demezirînerê rojnameya “Ria Teze” bû û ji bo rojnameyê jî kar û xebat bi rê ve birin.
Di sala 1931’ê de Erebê Şemo li Lenîngradê (Saint Petersbourg) rastî Qanatê Kurdo tê û hevaltiyeke baş di navbera wan de çêdibe. Ji wir dest bi xebata wêjeyî û zanistî dike. Li wê derê nivîsên derbarê pirsgirêkên zimanê Kurdî de amade dike û li Ermenîstanê çap dike.
Maksîm Gorkî Şivanê Kurmanca dixwîne
Erebê Şemo nivîskarê Rûs, Maksîm Gorkî jî dinase. Li gorî riwayetan, gava Maksîm Gorkî tê serdana Erîvanê çav bi pirtûka Şivanê Kurmanca dikeve. Maksim Gorkî dema ku wergera Şivanê Kurmanca ya Rûsî dixwîne, derbarê Erebê Şemo de dibêje; “Gelê Kurd êdî bi zimanê nivîskarê xwe, Erebê Şemo, diaxife!” Ev riwayeta hanê di gelek çavkaniyan de dubare bibe jî, em nizanin ka bi rastî gotineke welê ya Gorkî bi xwe heye yan na.
Erebê Şemo sirgûn dibe
Di sala 1937’an de Sekreterê Partiya Komînîst a Ermenîstanê Aşot Hovhannisyan tê girtin. Di nav arşîvên wî de nameyeka Erebê Şemo jî tê bidestxistin. Erebê Şemo di vê nameyê de qala çand û wêjeya Kurdên Ermenîstanê kiribû û dixwest ew hay ji vê çandê hebin. Piştî name tê zeftkirin Erebê Şemo jî ji alî rejîma Stalîn ve tê girtin û sirgûnî Sibîryayê dibe. Erebê Şemo li Sibîryayê 19 salan sirgûn dimîne. Piştî sirgûniyê ew dîsa vedigere Erîvanê û karên xwe yên wêjeyî dewam dike.
Me navê wî qet nebihîstibû
Nivîskarê Kurd Emerîkê Serdar wiha qala vegera Erebê Şemo dike, “Me di rojnameya Sovetakan Hayastanê da nûçeyek xwend ku, nivîskarê Kurd ê Bolşevîkê kevn Ereb Şamîlov vegerîyaye Erîvanê. Heta wê demê me navê Erebê Şemo qet nebihîstibû. Ji bo ku navê wî neyê bihîstin, neyarên wî vala nesekinîbûn. Ji ber van sedeman me Erebê Şemo nasnedikir.”
Erebê Şemo 21'ê Gulana 1978'an li Erîvanê diçe ser heqiya xwe û kiras diguhere.
Berhemên Erebê Şemo ev in: Riya Şoreşa Oktoberê (1930), Şivanê Kurmanca (1935), Berbang (1958), Jiyana Bextewar (1959), Dimdim (1966), Hopo (1969).
* Binihêre li, https://www.kurdarastirmalari.com/yazar-131
** Binihêre li, Mustafa Aydogan, "Destpêka Romana Kurdî: Şivanê Kurmanca" di vê berhama hanê de: Erebê Şemo, Şivanê Kurmanca. Amed 2009. r.30-38