Komîna Film a Rojava-Kobanê li ser hesabê xwe da zanîn ku ew ê der barê sînemayê de kargehan li dar bixin.
Komînê di bangewaziya xwe de got, “Ji bo her kesê dixwaze fêrî karên sînemayê bibe Komîna Film a Rojava-Kobanê xwesteka we pêk tîne û dest bi kargeheke sînemayê dike, tê de wê dersên senaryo, derhênerî, make up, deng, kamera û photoshopê werin dayîn.”
Kesên dixwazin beşdarî van kargehan bibin, divê miracaetî Navenda Çand û Huner a Baqî Xido ya li Kobanê bikin.
Mohleta qeydiya ji bo kargehan 4’ê Kanûnê dest pê kir û 8’ê Kanûnê jî bi dawî dibe.
NAVENDA NÛÇEYAN