- Serhat Kaygisiz xortekî Kurd e; ev demeke dirêj e li ser youtube bi navê “Easy Kurdish” a ku parçeyek ji projeya “Easy Languages” e, bi zimanê Kurdî vîdeoyan hazir dike û parve dike.
Di vî zemanê dijîtal de ji bo hînbûna zimanan gelek rêbaz hene. Di rewşa îro de înternet vê derfetê dide merivan. Kesên bixwazin, dikarin bi rêya telefonekê tiştan di serê xwe de bisêwirînin û bi rêbazên cûr bi cûr bi xelkê re parve bikin. Easy Languages jî weke projeyekê li dinyayê hemûyî dixwaze xelk bi zimanê xwe bipeyivin û bi zimanê xwe bernameyên video û podcastan çêkin. Ew bi dirûşmeya “Ji kolanan hînî ziman bibin” tevdigerin û di warê hevpeyvînên kolanan de karekî pirr xweşik û hêja pêk anîne. Dema meriv bala xwe dide hesabên wan yên medyayê, meriv dibîne ku ji gelek welatan miracaetê wan hatiye kirin da ku bi zimanên xwe bernayemayan çêkin û van bernameyan bi rêya videoyan parve bikin. Projeya “Easy Languages” bi rêbaza “franchise” dixebite ango kesên bixwazin, pêşî miracaetî projeya wan dikin û piştî ku bi wan re têkilî datînin, vê carê dikarin bi zimanê xwe bernameyan çêkin û li ser malpera wan a ku milyonek 19 hezar aboneyên wê hene, perve bikin.
Li Elmanyayê dest pê kiribû
Projeya bi navê “Easy Languages” serê pêşî li bajarê Elmanyayê Munsterê dest pê dike. Xwendekarên dibistana amadeyî, xwendekarên lîseyê ku beşdarî atolyeyeke li ser ziman bûn, biryar dan ku projeyeke wiha bidin destpêkirin. Nihêrîna wan ew bû ku hevpeyvînên li kolanan, hînkirina ziman hêsantir dike û bi vî awayî xelk baştir hînî zimanê xwe dibin. Bi vê armancê, ew daketin kolanan û bi zimanê Elmanî hevpeyvîn bi xelkê re kirin. Paşê jî wan ev hevpeyvîn li ser înternetê belav kirin. Her ku çû, ev fikir berbelavtir bû û wan ev proje fereh kir. Niha jî bi gelek zimanan hevpeyvînên kolanan li ser malpera xwe parve dikin.
Bi zimanên dinyayê hemûyan
û bêpere
Easy Languages, armanca xwe wiha tîne ziman, “Em dixwazin bi zimanên dinyayê hemûyan çavkaniyên bê pere çêkin. Gelek kes dema li van vîdeoyan temaşe dikin, çand û zimanên cihê nas dikin. Medyaya dijîtal dikare vê kêmasiyê temam bike û bike ku meriv bêhtir nêzî hev bibin. Em dizanin ew hêza medyayê heye û dikare hin kilîşeyan ji holê rake. Armanca me ew e ku em vê projeyê mezintir bikin û li gelek welatan vê projeyê bi pêş bixin û nûnerên xwe zêde bikin.” Li bin vîdeoyên ku li ser hesabê “Easy Languages” hatine parvekirin hemûyan bi zimanê Ingilîzî jêrnivîs heye. Her wiha vîdeo bi kîjan zimanî hatibe girtin, jêrnivîsa wî zimanê resen jî heye. Ev yek jî dike ku xelk çêtir ji axavtinan fêhm bikin û têbigihîjin bê ka yên li kolanan dipeyivin, çi dibêjin.
Bi ‘Easy Kurdish’ dadikeve kolanan
Serhat Kaygisiz xortekî Kurd e, hay ji vê projeyê çêdibe û ev demeke dirêj e li ser youtube bi navê “Easy Kurdish” ku parçeyek ji projeya “Easy Languages” e, vîdeoyan hazir dike û parve dike. Ev vîdeoyên wî, zêde ne dirêj in û pirr xwezayî ne. Serhat dadikeve kolanan û bi Kurdî pirsan dike. Serhat bi xwe ji Mêrdînê ye, ji ber ku ew li wir dijî vîdeoyên ku heta niha li ser malperê parve kirine, dîmenên wan bi giştî li Mêrdînê girtine. Wî dîmenên videoyeke xwe li bajarê Eskişehirê girtine û Kurdên li wir, bi Kurdiyeke xweş bersivê didin pirsên wî. Her wiha bi karê pevxisitina vîdeo û hazirkirina wan ya ji bo weşanê jî ew mijûl e. Di hin vîdeoyan de hin hevalên wî jî alikariyê didin wî, lê pêşengiya vî karî Serhat dike. Serhat bi Kurdiya xwe ya zelal û kubar vî karî dike û dike ku zimanê Kurdî li kolanan olan bide û were bihîstin.
Serhat di beşa xwe ya dawî ya “Easy Kurdish” de ji kesên ku li kolanên Mêrdînê digerin, pirsa “Are you forgetful?” Yanî “Hûn mirovên bîroke ne yan na?” dike. Kesên li kolanan jî bi Kurdî pirsên wî dibersivînin. Bala xwe bidin van vîdeoyên “Easy Kurdish” û ji kolanan hînî ziman bibin.
NAVENDA NÛÇEYAN