Ji kartonên avêtî peykerên hewyanan

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 18 Sibat 2023 - 04:24

  • Josh Gluckstein bi kartonan peykerên meymûn, şêr, orangutan, fîl û zirafeyan çêdike.

Dema mirov li ser peyker difikire, ji mirov witre, ew tenê bi mermer û bronz tên çêkirin lê ji bo peyker gelek malzemeyên din jî tên bikaranîn. Josh Gluckstein yek ji wan kesan e ku ji bo peykeran çêke, kartonên avêtî bi kar tîne. Malzemeyên bi kar tîne bi hêsanî li her derî tên dîtin. Ew van kartonên avêtî, nexasim jî ji ser ting û poxanên bajêr dide hev. Josh Gluckstein bi van kartonên ji ser poxanan, peykerên heywanan ên xweşik disêwirîne. 

Wî jî piştî şewba coronayê dest bi vî karî kiriye û karê xwe bi van gotinan dinirxîne, “Di dema karantinayê de min dest bi vî karî kir. Em di malê de mabûn û wexta me pirr bû. Bi vî awayî bala min çû ser kartonan û min ew bi kar anîn. Ji ber ku karton nahêlin ez zêde îsrafê bikim, malzemeyeke bikêr e. Dema karê xwe bi dawî dikim tiştên ji ber karên min dimînin, navêjim û wan jî bi awayekî dinirxînim.”

Josh Gluckstein heta niha bi kartonan peykerên meymûn, şêr, orangutan, fîl û zirafeyan çêkirine. Ji ber ku ew berê li Efrîka û Asyayê geriyaye, van heywanan îlham daye wî da ku peykerên bi vî rengî bisêwirîne.

NAVENDA NÛÇEYAN

 

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.