Ji her du aliyan zêdetirî 200 leşker

În 16 Îlon 2022 - 21:39

  • Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ragihand ku di şerê vê hefteyê de yê bi Azerbaycanê re herî kêm 135 leşkerên Ermen mirine.

Serokwezîrê Ermenistanê Nîkol Paşînyan ragihand ku di şerê vê hefteyê de yê bi Azerbaycanê re herî kêm 135 leşkerên Ermen mirine.

Paşînyan di civîneke hikumetê de daxuyanî da û diyar kir ku herî kêm 135 leşkerên wan jiyana xwe ji dest dane.

Paşînyan got, "Mixabin ev ne hejmara dawî ye. Gelek birîndar jî hene." Hejmara leşkerên ji herdu aliyan ve hatin kuştin di ser 200'î re ye.

Di bîlançoya herî dawî ya Azerbaycanê de hatibû ragihandin ku 71 leşkerên Azerî hatine kuştin.

Her du alî hevdu sûcdar dikirin

Şer roja Sêşemê destpê kiribû. Azerbaycanê bombardûmaneke giran li gelek herêmên Ermenistanê kiribû. Li gorî Konseya Ewlekariya Neteweyî ya Ermenî, di şeva Çarşem-Pêncşemê de ji ber ku civaka navneteweyî tevlî meseleyê bû, şer rawestiya.

Yekîtiya Ewrûpayê roja Pêncşemê daxuyanî da û diyar kir ku agirbest di meriyetê de ye. Rayedarên Ermenistanê roja Çarşemê bi daxuyaniyekê ragihandin ku Azerbaycanê qadeke ji 10 kîlometreçargoşeyî ya Ermenistanê dagir kiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2024 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.