Ji Heilbronn heta Strasbourgê Meşa Dirêj
Çarşem 5 Sibat 2025 - 03:05
HAKAN TURKMEN
Ji welatên weke Elmanya, Fransa, Swîsre, Hollanda û Belçîka yên Ewrûpayê ciwanên Kurd û enternasyonalîst bi daxwaza azadiya Rêber APO, wê meşeke dirêj lidar bixin. Meşa ciwanan wê li bajarê Heîlbronn a Elmanyayê di 9’ê Sibatê de destpê bike û 15’ê Sibatê li bajarê Strasbourgê bi meşeke girseyî bidawî bibe.
Meşa Dirêj ku di têkoşîna gelê Kurd de bûye weke sembolekê, cara yekem di sala 1983’an de li bajarên Hanau û Hannoverê bi du baskan destpê kiribû. Ev meşa dîrokî ku 17 rojan dewam kir, piştî bîhîstina şehadeta Mazlum Dogan û zextên li girtîgehan ên di dema cuntaya leşkerî ya 12’ê Îlonê pêk hatibû. Zext û êşkenceyên sîstematîk ên wê demê li Kurdistanê zêde bibûn, bûne hîmê berxwedana gel. Piştî 42 salan ev meşa dirêj ku bûye kevneşopek, hîn jî bi xurtî dewam dike. Meşa îsal jî wê li bajarê Heilbronnê yê Elmanyayê di 10’ê Sibatê de destpê bike û 15’ê Sibatê li bajarê Strasbourgê bi meşeke girseyî bidawî bibe.
Bi ciwanên enternasyonalîst re
Ji komîteya amadekar endama TEKOJIN’ê Rojîn derbarê meşê de ji rojnameya me re axivî. Endama TEKOJIN’ê Rojîn da zanîn ku meşa îsal wê bi dirûşmeya ‘Azadî Ji Rêber APO re, Çareseriya Siyasî Ji Meseleya Kurd re’ were lidarxistin. Weke hersal îsal jî wê ciwanên enternasyonalîst jî tevlî meşê bibin û got:’’Beşdarbûna ciwanên enternasyonalîst bi taybetî jinên ciwan a meşê, ji bo me gelekî girîng e. Ji bo piştgiriya ciwanên Kurd meşa wan, nîşan dide ku bi fikrên Rêber APO bawer dikin. Dizanin ku fikrên Rêber APO bi tenê ji bo Kurdan nîne, ji bo hemû jin û mirovahiya bindest e.’’
6 rojan dewam dike
Rojîn di dewama axaftina xwe de destnîşan kir ku wê ji welatên weke Fransa, Swîsre, Hollanda, Belçîka û Elmanya yên Ewrûpayê ciwan beşdarî meşê bibin û got:’’Meşa Dirêj ku bûye weke kevneşopiyekê, salê 2 caran tê pêkanîn. Ji giştî Ewrûpayê ji cihên cuda ciwan tên gel hev û vediguhere tevgereke piştevaniyê ya mezin.Îsal wê meş ji Heilbronnê destpê bike û 6 rojan dewam bike. Di dawiya her rojekê de wê konferans, panel, semîner, xwendin û bîranîn pêk bên. Em armanc dikin di di vê dema meşê de rihê piştgiriyê ya ciwanan xurt bikin.’’
Daxwaz zelal e: Azadî ji Rêber APO re
Endama TEKOJIN’ê Rojîn armanca bingehîn a meşê jî bi van gotinan tîne ziman:’’Hemû çalakiyên me ji bo çareseriya meseleya Kurd û pêkanîna azadiya fizîkî ya Rêber APO ye. Yê ku gelê Kurd şiyar kir û ji rewşeke ku navê wê jî qedexe bû, anî van rojan Rêber APO ye. Lê 26 sal in li girtîgeha Îmraliyê di bin tecrîdeke giran de tê ragirtin. Ji ber vê yekê daxwaza me ya sereke û yekane, azadiya fizîkî ya Rêber APO ye. Bi vê hizrê û rihî em ê meşa xwe pêk bînin. Di vê çarçoveyê de em di serî de jinên ciwan ên Kurd, jinan û herkesekî/ê li dora Rêber APO bûne xelek, vedixwînin vê meşê.’’
Di 9’ê Sibatê de bên Heilbronnê
Xeta Meşa Dirêj wiha ye:
9’ê Sibatê: Kombûn NCD a Heilbronnê
10’ê Sibatê: Heilbronn
11’ê Sibatê: Ludwigsburg-Stuttgart
12’ê Sibatê: Stuttgart-Boblingen
13’ê Sibatê: Offenburg-Lahr
14’ê Sibatê: Freiburg im Breisgau
15’ê Sibatê: Meşa mezin a li Strasbourgê