Ji Gulanê albûma Ronahî

Nûçeyên Çand/Huner

Şemî 25 Çile 2025 - 00:20

MEHMET AKDOGAN / BASEL

Gulan ji herêma Botanê û ji bajarê Sêrtê ye. Di temenêkî piçûk de çand û hunera Botanê li ser rihê wê şop dihêle û dibe îlham bo rêwitiya hunermendiyê.

Dengekî nazik û zelal û xwedî rengekî qedîm li nava hunera Kurd zêde dibe. Dengê hunermendek jin a binavê Gulan bi albûma xwe ya yekem dibêje merheba.

Gulan li ser rêwîtiya xwe dibêje:

“Zemanekî dirêje ez li ser hînbûn û fêrbûna amûrên mûzîkê û nota perwerde dibînim. Ji ber wê ez niha êdî estrumanên cuda jî lê didim. Piştî perwerde û keda min ya li ser hînbûna amurên muzîkê êdî min xwest ez bi şeklek pispor derkevim pêşberî muzîkhezan.”

Albûma Yekem

Gulan bi albûma xwe ya yekem hefteya borî derkete pêşberî muzîkhezan. Berhema wê ji neh stranan pêk tê. Çar ji wan wê bi xwe çêkirine. Peyv û awaz aîdê wêne. Du ji wan peyv û awaz yên mamoste Yeqîn in û du stran jî gelerîne. Yek jî ji helbesteke mamoste Cegerxwîne.

Albûm bi navê Ronahiyê hatiye tomarkirin. Arenjeya albûmê Denîz Kaya kiriye û li Studyoya Navenda Çande Med a Baselê ve li bajarê Baselê hatiye amade kirin.

Albûm li ser medyaya civakî belav bûye. Di demên li pêş de dê şevek ji bo danasîna albûma Ronahiyê bête lidarxistin.

parvê bike

   

Yeni Özgür Politika

© Copyright 2025 Yeni Özgür Politika | Mafên belavkirinê parastî ne.